Parêzerê Ocalan Rezan Sarica diyar kir yên ku bi salan e sîstema li Îmraliyê bi rê ve dibin, ew kes in ku rejîma niha afirandine û got, “Hiqûqa ku li rûmeta mirovan tê, alîgirê demokrasiyê ye û mafên mirovan diyar dike, bi ti awayî nikare sîstema li Îmraliyê îzah bike.”
Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica got, ên ku bi salan e li Îmralilyê tecrîdê ferz dikin û sîstema li Îmraliyê bi rê ve dibin, ew hêz in ku mejiyê sîstema nû ya li Tirkiyê diyar kirine.
Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica da xuyakirin ku rejîma nû ya li Tirkiyê hatiye sazkirin ji ber sîstema li Îmraliyê hatiye afirandin.
Sarica bi bîr xist ku beriya biryara qedexekirina hevdîtinên bi Ocalan re jî qedexeya serdana parêzer û malbatan li Îmraliyê hebû û got, “Ji bo biryara dawî, cezayên hucreyê yên sala 2005’an û 2009’an ku bi cih hatine anîn weke hincetê nîşan didin. Bi vê biryarê re cezayên wê wextê ji bo niha dikin hincet. Di vir de hiqûq cara duyemîn tê binpêkirin.”
Parêzer Sarica diyar kir ku qedexekirina serdana malbat û parêzeran ancax bi qanûnan dikare bê ferzkirin û wiha dewam kir: “Qedexeyên li Îmraliyê beriya niha bi hinceta Rewşa Awarte dihatin ferzkirin. Piştre hewl dan bi biryarnameyên di hukmê qanûnî de vê yekê bidomînin. Ji bo qedexeyên li Îmraliyê mayinde bikin, biryarnameyên hatin derxistin yek bi yek li nava qanûnan bi cih kirin.”
Sarica destnîşan kir ku pêkanînên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berî ya jî piştî Rewşa Awarte ji hev ne cuda bûn û got, “li Îmraliyê rêveberiya şidandî ku ji herêma qedexekirî ya leşkerî û Rewşa Awarte jî dijwartir e, her tim heye.”
Sarica da xuyakirin ku wan niha dosya birine ber destê Dadgeha Destûra bingehîn û wiha dewam kir: “Hiqûqa ku li rûmeta mirovan tê, alîgirê demokrasiyê ye û mafên mirovan diyar dike, bi ti awayî nikare sîstema li Îmraliyê îzah bike. Lê belê pêkanînên ji niha û pê ve serdema li pêşiya me wê ne rejîmeke destûra bingehîn û ne demokratîk be.”
Parêzerê Ocalan Rezan Sarica işaret bi rejîma nû ya li Tirkiyê hatiye afirandin kir û got, “Bi pêvajoyeke plankirî re guhertineke bingehîn hate kirin. Mejiyê ku hişt Dadgeha Destûra Bingehîn li pêşberî vê yekê bêdeng bibe û tevlî vê pêvajoyê bibe, mejiyê rejîma nû ye ku xwe dispêre zext û zordariyê. Yên ku bi salan e sîstema li Îmraliyê bi rê ve dibin, ew kes in ku rejîma niha afirandine.”
Sarica bi bîr xist ku wan timî digotin, hewl tê dayin sîstema li Îmraliyê li ser gelemperiya welêt ferz bikin û got, “Desthilatdariya ku dixwest civakeke bêdeng û tepisandî biafirîne, ji sîstema li Îmraliyê sûd wergirt. Pêkanînên li Îmraliyê pêwendiya xwe bi hemû beşên civakê hebû. Astengî û qedexeyên li Îmraliyê dest pê kirin, veguherî astengiyên li hemû girtîgehan û bi belavkirina tecrîdê re ev yek mayinde kirin.”
Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica diyar kir ku bi tecrîdê re têkiliya Ocalan ji civakê û tevahiya cîhanê re tê birîn û got, “Birêz Ocalan destûreke bingehîn a demokratîk danîbû pêşiya me. Kêm mabû ku ev destûra bingehîn bê amadekirin. Wê qanûna bingehîn bihata afirandin ku ji bo jiyana azad a hemû beşên civakê û ji bo demokrasiyê bibûya bingeh. Lê belê em îro ketine pêvajoyeke ku demokrasiya temsîlî ji holê hatiye rakirin, sîstemeke zext, şîdet û zordariyê ku em nikarin jê re bêjin otokrasî û ji aliyê hiqûqî û civakî ve nayê kontrolkirin.”
Sarica destnîşan kir ku tişta vê rewşê biguherîne û Tirkiyê demokratîk bike xwedîderketina gel, civakê û hemû hêzên demokratîk li berxwedana destanî ya Ocalan e.






