Qasim Engîn diyar kir PKK hinekî lewaz bibe wê dewleta Tirk heta Kerkûkê biçe.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Qasim Engîn li ser sedem û rewşa êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, nerazîbûnên gel û helwesta rêxistinan, axivî û destnîşan kir ku dewleta dagirker bi pêşengtiya AKP-MHP’ê demeke dirêj e behsa bidestxistina xaka ku Osmanî lê serwer bûn dike û got; “Dagirkirina Efrînê, ne tenê dagirkirineke li Efrînê bû. Plansaziyek e. Plansaziya ku wekî Mîsakî Mîllî bi nav dikin ev e. Dibêjin ew ê Helebê û Mûsilê ku di dema xwe de eyaleteke Osmaniyan bû, bi dest bixin. Di nav vê eyaletê de Kerkûk, Silêmanî, Hewlêr hene. Ji ber vê yekê lazim e hinekî din berfireh bê dîtin. Ango mijar ne tenê Rojava, Başûr û Bakur e. Mijar bi giştî Kurdistan e. Ji xwe eşkere jî dibêjin. Ev êrîşa li ser başûrê welatê me tê kirin jî xwedî konseptekê ye. Hêza Îtîhadgerî ya faşîst îro li ser Kurdistanê heta bi giştî Rojhilata Navîn bi vê xeteriyê tevdigere.”
Engîn, kiryarên Osmanî û dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi bîr xist û got; “Tê gotin ku Mele Mistefa Barzanî li Zindana Amedê hatiye dinê. Wê demê ev zindan di dest Osmaniyan de bû. Şêx Abdulselam, yanî birayê mezin ê Mele Mistefa, Serokê Terîqeta Nexşiyan, bi destê Osmaniyan hat darvekirin. Şêx Ehmed jî hem mezinekî Barzaniyan hem jî şêxekî Nexşiyan e. Di 1930’î de ji ber êrîşên Iraqê yên bi piştgiriya Îngilîzan neçar ma biçe Bakur. Wê demê Kemalîstan ew girtin, tevî Mele Sidik radestî Iraqê kirin. 1968’an dema ku Abdulkerîm Kasim hinekî xwest nerm nêzî pirsgirêka Kurd bibe, yê ku herî zêde bi dijberiyê rabû dewleta Tirk bû. Di heman demê de em îro pirî behsa Sedam dikin. Lê ew peymana 1970’an ku heta 1975’an çû, herî zêde ji aliyê dewleta Tirk hat tehrîbkirin.
Em pir bi dûr ve neçin, 16’ê Cotmeha 2017’an, yê ku herî zêde heqeret li malbata Barzaniyan, li Kurdan kirin dewleta Tirk e. Ev rejîma dagirker faşîst ne ji Kurdan ne jî ji Ereban hez dike. Tevî ku rastî ev e, dewleta dagirker a Tirk 26 kîlometreyan ketiye nav xaka Başûrê Kurdistanê. Îro wekî hedef jî me nîşan didin. Lê em ji bîr nekin, dema ku em li vir kêmekî lawaz bibin, wê heta Kerkûkê biçin.”
GOTINÊN DIZAYÎ Û BARZANÎ CIHÊ XEMGINIYÊ NE
Engîn têkildarî daxuyaniyên Sefîn Dizayî û Nêçîrvan Barzanî ku dagirkeriyê rewa dikin, bi kurtahî destnîşan kir ku cihê xemê ne û got; “Di rûdanên piştî 16’ê Cotmehê de PKK li kû derê vê bû? Dema ewqasî heqerat li ala Başûrê Kurdistanê hate kirin, ewqasî êrîşî referandûmê, êrîşî Birêz Mesûd Barzanî hate kirin, PKK li kû derê vê bû? Ma hafizeya me ne ewqasî teng e. Hê salek di ser re nebihuriye. Nîvê Başûr ji dest gelê me hate girtin. Lewma pêwîst e hinek kes destê xwe bidin ser wijdanê xwe û wisa biaxivin.
Ev dagirkeriya faşîst bi şiklekî vekirî dibêje ji Heleb heta Kerkûkê ya me ye. Ev gotinên Sefîn Dizayî û Nêçîrvan Barzanî cihê xemê ne, ti xizmetê ji bo siyaseta Kurd nakin. Dema ku dîrok rast neyê xwendin, siberoj jî rast nabe.”
KONGREYA NETEWEYÎ DIKARE PÊŞÎ LI DAGIRKERIYÊ BIGIRE
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Qasim Engîn anî ziman ku dewletên dagirker her yek ji milê xwe ve siyaseta kevn a Îngilîzan ango politikaya ‘Parçe bike, belav bike, bi rê ve bibe’ dimeşînin, wekî dermanê vê pirsgirêkê lidarxistina Kongreya Neteweyî ye û got; “Kongreya Neteweyî helwesteke pêşdetir e. Li vir pêwîste em nebêjin hin alî xwe didin ber, hinek jî xwe jê vedigirin, lewma kongre jî lawaz dibe. Yê hazir divê werin û li ser navê neteweyê biryaran bigirin. Xebata sereke ya li hemberî vê dagirkeriyê demildest komkirina Kongreya Neteweyî ye.”…ANF






