Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hevkariya Barzanî Erdogan wê bi ser nekeve

13/07/2018
in Uncategorized
A A
Hevkariya Barzanî Erdogan wê bi ser nekeve
Share on FacebookShare on Twitter

Çalakiya Mertalên Zindî ya Rêxistina Ciwanan a ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Qendîlê dane destpêkirin dewam dike. Ciwanên Wargeha Mexmûrê piştgirî dan çalakiya mertalên zindî ya ciwanan a li Qendîlê û diyar kirin ku wê hevkariya Barzanî û Erdogan ya li dijî gelê Kurd wê ser nekeve.

Ciwanên Wargeha Mexmûrê piştgirî dan çalakiya mertalên zindî ya ciwanan a li Qendîlê û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
Çalakiya Mertalên Zindî ya ji aliyê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer ve li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dayîn destpêkirin ku mehek li pey xwe hişt, dewam dike. Mertalên Zindî ji bo beşdarbûna bîranîna ku wê di 14’ê Tîrmehê de bi boneya salvegera Berxwedana Zindanê li Qendîlê were lidarxistin, banga beşdarbûnê li ciwanên Başûrê Kurdistanê kirin.
Ciwanên Wargeha Mexmûrê têkildarî piştgiriya ji bo çalakiya mertalên zindî ya li Qendîlê axivîn.
Ciwanê bi navê Mazlûm Tok bal kişand li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û wiha got: “Ez weke ciwanek yê wargehê, dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê şermezar dikim. Em wek gelê Kurd û bi taybet wek ciwanên wargehê, piştgiriya ciwanên ku li Qendîlê bûne mertalên zindî dikîn. Di van demên dawî de em dibînîn Barzanî hîn zêdetirîn dijbertiya xwe ya li himberî gelê Kurd dide pêş û her ku dem derbas dibe li şûna ku dewleta Tirk wek dagirker bide diyar kirin, PKK wek dagirker diyar dike. Ev jî bi xwe re xayîntiya di nava Kurdan de kûr dike û bi vî awayî dixwaze yekîtiya gelê Kurd xira bike.”
Jina ciwan ya bi navê Çîdem Demir jî dagirkeriya Başûrê Kurdistanê wiha nirxand: “Ez ji weke jinek ciwan a li Wargeha Mexmûrê piştgiriya ciwanên ku li Qendîl bûyîn mertalên zindî dikim. Hêvîdarim ku ciwanên Başûr û giştî ciwanên Kurdistanê xwedî li xaka Başûrê Kurdistanê derkevin û rê nedin dewleta faşîst ya Tirk û hevkarên wê.”
Cîwanê bi navê Cîhat Gûngen nerazîbûna xwe ya li hemberi dewleta Tirk nîşan da û got : “Ez jî wek ciwanek yê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdi, berxwedana ciwanên Başûrê Kurdistanê ya ku li Qendilê ev meheke ku xwe kirine mertalên zindî û li himber lîstokên dewleta Tirk serî natewînin silav dikim. Em dagirkeriya dewleta Tirk ya ku li ser Başûrê Kurdistanê dide meşandin şermezar dikin, pêwîste em wek ciwan nehêlin ku ev lîstokên qirêj yên li ser gelê Kurd bên kirin. Em ji weke ciwanên Mexmûrê pêwîste li vîn û axa xwe xwedî derkevîn.
Ciwanê bi navê Berxwedan Kara jî ev tişt anî ziman; “Ez jî wek ciwanek yê wargehê, di serî de silavên xwe ji bo ciwanên di koma mertalên zindî de cih girtîn û hemû ciwanên berxwedêr re dişînim. Ev dagirkeriya dewleta Tirk ya ku li ser Başûrê Kurdistanê pêktîne, em şermezar dikin, divê ciwanên me yê her çar parçeyên Kurdistanê bêdengiya xwe li hemberî van dagirkeran bişkine. Ew hevkariya ku Barzanî û dewleta Tirk a ku li himber gelê Kurd dike, nikare vîna Gelê Kurd têk bibe.”…ROJNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.