Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ocalan rêya azadiyê nîşanî me da

13/07/2018
in Uncategorized
A A
Ocalan rêya azadiyê nîşanî me da
Share on FacebookShare on Twitter

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kud Abdullah Ocalan dewam dike û nêrazîbûna li hember tecrîdê jî her diçe zêde dibe. Jinên bajaroka Girbawî ya Qamişlo tecrîd şermezar kirin û wiha gotin, “Dewleta tirk bi tecrîdê dixwaze gel ji fikrê azad ê Ocalan dûr bîxe û îradeya jina azad têk bibe. Ocalan rêya azadiyê nîşanî me da. Em ê heta dawiyê ji bo azadiya rêber Apo têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Jinên bajarokê Girbawî yê Qamişloyê destnîşan kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya têkoşîn û azadiyê nîşanî jinan kiriye. Jinan diyar kirin ku armanca dewleta tirk a ferzkirina tecrîda li ser Ocalan têkbirina îradeya jinên azad e.
Dewleta tirk tecrîdeke girankirî di girava Îmraliyê de li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye û destûr nade malbatê û parêzeran ku wî bibînin.
Derbarê mijarê de, jinên bajarokê Girbawî yê Qamişlo nêrînên xwe di vê derbarê de anîn ziman û diyar kirin ku hêzên komploger Ocalan dîl girtin lê fikrên wî azad in.
Bedriya Mihemed Ewed anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd sûcek e û cihê şermezariyê ye û got, “divê hikumeta AKP’ê dev ji van polîtîkeyên xwe berde. gelên Bakurê Sûriyê û Rojava li dijî komployê ne sîstema ku niha pêşketiye berhema felsefeya Ocalan e.”
Jina bi navê Mizgîn Mehmûd da zanîn ku dewleta tirk bi ferzkirina tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zagonên navneteweyî binpê dike û ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk bi vê tecrîdê dixwaze gel ji fikrê azad ê Ocalan dûr bîxe û îradeya jina azad têk bibe.” Mizgîn Mehmûd diyar kir ku ew ê ji bo azadiya Ocalan dê çalakiyên xwe bidomînin.
Fatma Hesen jî bi bîr xist ku ev 2 sal e tecrîdeke giran li ser Ocalan hatiye ferzkirin û wiha got: “Em vê tecrîdê qebûl nakin, Ocalan ji bo azadiya jinan têkoşîneke mezin daye meşandin, rêya azadiyê nîşanî me kiriye, lê di dinyayê de tu hêzê yan jî sîstemê ev yek nekiriye.”
Fatma bêdengiya navneteweyî ya li hemberî binpêkirinên dewleta tirk rexne kir û wiha got: Dewletên ku qaşo banga demokrasiyê dikin, îspat kirin ku ew berjewendiyên xwe diparêzin û mafên gelên bindest ne di xema wan de ne.”
Di dawiya axaftina xwe de Fatma diyar kir ku ew heta rakirina tecrîdê û azadkirina Ocalan dê çalakiyên xwe bidomînin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.