Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Herî zêde jin mexdurên dagirkeriyê ne

13/07/2018
in Uncategorized
A A
Herî zêde jin mexdurên dagirkeriyê ne
Share on FacebookShare on Twitter

Leşker û çeteyên dewleta dagirker rojane li Efrînê kiryarên talan, dizî û hovîtiyê zêde dikin. Li dijî jin û keçên Efrînê destdirêjiyê dikin û zarokan bi kar tînin. Ji ber vê yekê rojane bi dehan malbatên li Efrînê mane bi rêbazên cuda ji Efrînê derdikevin û berê xwe didin herêmên Şehbayê.
JIN NABE SERÊ XWE
JÎ DERXÎNE!
Jina bi navê Qedriye Reşîd a ji gundê Maratê yê girêdayî bajarê Efrînê ye, ji ber kiryarên leşker û çeteyên dewleta Tirk, beriya çend rojan tevî malbata xwe ji Efrînê reviyaye. Reşîd a ku niha nişteciya kampa Serdem e dibêje: Çete bi gotinên xapînok ketin gundê me û ji bo ku baweriya gel bi xwe bînin digotin; ji bo ku we ji zilmê xilas bikin, em li virin! Lê paralelî van gotinan mal û milkên me talan dikirin. Gelek caran tade li jin û keçên gund dikirin. Zilamên gund direvandin û bi rêbazekî mafyewî bac dixwestin. Nahêlin ku jin serê xwe ji deriyê mal derxîne. Zêrên me didizîn û çûn û hatina me nava gund qedexe kiribûn.
EFRÎN RASTÎ
QIRKIRINA ÇANDÎ TÊ
Reşîd dewam dike û dibêje: Çeteyan cilên reş li jinan dikirin. Zarokên me bi hinek xwarinan li me dielimandin ta ku bi xwe ve girêdin. Zarokên li wan guhdar nedikirin jî lîstik li wan qedexe dikirin. Jin û zarokên gund di malan de hebiskirî bûn. Derbarê perwerdeya zarokan û rewşa dibistanan de Reşîd ev tişt anî ziman: Li dibistanan zarok tenê fêrî zimanên Erebî û Tirkî dibin. Tevî ku malbatên li gund ji vê yekê nerazîne jî, lê ji ber rewşa dagirkeriyê nikarin eşkere helwesta xwe diyar bikin. Reşîd dawiyê de tekez dike ku şêniyên li Efrînê mane, bi taybet jin û zarok, bi awayekî birêkûpêk rastî pişaftin û qirkirina çandî tên.
ÇETE KEÇAN DIREVÎNIN
Ji aliyê xwe ve Helîme Ebdo ku bûka heman malbatê ye dibêje: Jina Kurd li Efrînê azadiya xwe ji dest daye. Kêlî bi kêlî rastî destdirêjî û tadeyên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tê. Ebdo dibêje ku komên çete keçan direvînin û bê exlaqiyê derheqê wan de dikin. Ebdo dawiyê de got ku ew tevî malbata xwe ji ber van kiryar û hovîtiya dermirovî ya dewleta Tirk û çeteyê wê ji Efrînê reviyane…Şîlan XOCE

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.