Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo azadiyê em ê têkoşînê bidomînin

13/07/2018
in Uncategorized
A A
Ji bo azadiyê em ê têkoşînê bidomînin
Share on FacebookShare on Twitter

Endama Rêveberiya Kongreya Star a Herêma Cizîrê Medya Mehmûd diyar kir ku di hilbijartinên avakirina meclîsên Kongreya Star de gavek pir girîng ji bo rêxistinkirina hemû jinan hat avêtin.
Rêveberiya Kongreya Star li hemû bajarokên Herêma Cizîrê meclîsên xwe ava kir. Di 25’ê Tîrmehê de li Hesekê, di 28’ê Tîrmehê de jî dê li Qamişloyê konferansên Kongreya Starê were lidarxistin. Derbarê avakirina meclîsên li bajarokên Herêma Cizîrê û konferansên ku dê pêk werin de endama Rêveberiya Kongreya Star a Herêma Cizîrê Medya Mehmûd diyar kir ku di nava rêxistina meclîsên Kongreya Star de wekhevî û pirrengî esas hatine girtin û diyar kir ku wê di konferansên 25 û 28’ê Tîrmehê de jî pêngavên nû yên ji bo çareserî û pêşketina hemû jinan bên avêtin.
Medya Mehmûd da zanîn ku armanca Rêveberiya Kongreya Starê ew e ku mafên jinan biparêze, wan bi rêxistin bike û got: “Berî ku şoreşa Rojava pêk were jin nikaribûn bi hêsanî tev bigerin û xwe pêş bixin. Lê piştî Şoreşa Rojava jinan xwe bi rêxistin kirin û di qadên civakî de gavên mezin avêtin. Heta niha jinan di warê rêxistinbûyinê de serkeftinên mezin bi dest xistin. Niha em wekî endamên Rêveberiya Kongreya Starê hewl didin ku jin bêtir xwe pêş bixin. Loma em meclîsên xwe ava dikin û em ê di navbera 25 û 28’ê Tîrmehê de li Hesekê û Qamişloyê konferansan li dar bixin. Jinê bi her cureyên rengên xwe beşdarî konferansê bibin.”
Medya da zanîn ku armanca xebatan pêşketina jinê ye û wiha dewam kir: “Em dixwazin jin di qada perwerde, tenduristî, siyasî, aborî de xwe pêş bixe. Loma ji bo vîna jinê xurtir bibe û bikaribe ku di rêvebirina jiyana xwe de xwedî mafê gotinê be em dixebitin.”
Medya di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku beşdarî çalakiyên Kongreya Star bibin û got: “Hemû jin dema ku bi hêz û vînek azad beşdarî çalakiyên Kongreya Star bibin wê demê bikaribin ku bi hêsanî xwedî li nasnameya xwe derkevin û xwe biparêzin. Ji bo azadiya hemû jinan em ê her di nava têkoşînê de bin.”…Ronîda Hacî/Hesekê

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.