Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jiyan bi keda jinê tê hûnandin

13/07/2018
in Uncategorized
A A
Jiyan bi keda jinê tê hûnandin
Share on FacebookShare on Twitter

Nofa Sîno derbarê parastina nirxên civakî û xwezayî de anî ziman ku divê jinên Kurd li mîrateyên xwe yên Kurdewarî xwedî derkevin.
Nofa Sîno ya ji gundê Til Temirê, 90 salî, dayika 7 keç û 3 lawan ku heta vî temenê xwe nûnertiya parastina çanda xwe ya kevnar kiriye diyar kir ku ew ji 15 saliya xwe heta niha xizmeta çanda resen dike û da zanîn ku jiyan bi huner û keda jinê tê hûnandin.
Nofa Sîno da zanîn ku ew ji zarokatiya xwe heta niha li gund mezin bûye û got: “Ji ber ku em li gund mezin bûn, afirînerî û baweriya me bêtir pêş diket. Ji ber ku em di nav xwezayê de bûn û qadên ji bo pêşketina xeyalên me yên zarokatî berfirehtir bûn. Em bi rihekî zindî tev digeriyan û hestên parastina çanda kevnar pêşketir diket. Me alavên nû ji axê çê dikir û bi vê yekê me hem çanda xwe ya kevnar zindî dikir û hem jî afirîneriya me pêşdetir diket. Loma çanda herî resen li gundan tên jiyîn û serkêşiya vê yekê jî jin dikin.”
Nofayê anî ziman ku çanda resen bi afirîneriyê tê parastin û got: “Li gund me feyz ji xwezayê digirt û em her dem afirîner bûn. Li gund dema ku alavên xwarin û vexwarinê tunebû me bi axê çê dikir û em li xwe nediheyirîn. Me alavên wekî kûpê avê, tenûr, teşî, tifik çê dikirin. Me ji gîhayên çolê derman diafirand. Her wiha me bi gihayên çolê xwarinên xwezayî çê dikirin. Tama xwarina li gundan cuda ye. Ji ber ku li gundan her dem çanda resen tê parastin loma jiyana li gundan girîng e û herî zêde jin xizmetê ji bo vê jiyanê dikin. Mîrateyên gelê Kurd ên Kurdewarî herî zêde di nav xwezaya gundan de tên parastin loma divê em li çand û xwezaya gundan xwedî derkevin.”
Nofayê anî ziman, divê gelê Kurd li dijî polîtîkayên bişaftinê çanda xwe ya resen her dem biparêzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her dem li dijî gelê Kurd polîtîkayên qirkirinê û yên bişaftinê ketiye meriyetê loma divê bi taybet jin li dijî vê yekê derkeve û çanda xwe biparêzin. Lewre jiyan bi huner û keda jinê tê hunandin.”…Songul Şêxo/TILTEMIR

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.