Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Baxçeyên zarokan barê jinan sivik dike

12/07/2018
in Uncategorized
A A
Baxçeyên zarokan barê jinan sivik dike
Share on FacebookShare on Twitter

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê du baxçeyên zarokan (Kulîlkên Pêşerojê û El-Berêm) di pêşxistina şarezahiyên zarokan de û ji bo sivikkrina barê hemû jinan bi taybet jinên kedkar roleke girîng lîst.
Di merheleya baxçe de zarok gelek şarezahî û tecrubeyên jiyanî bi dest dixin û ji bo merheleyên pêş jî bingeh e. Her wiha fersendeke ku jinên kedkar barê xwe sivik bikin û bi karê xwe re mijûl bibin.
Piştî rewşa şer ya li taxa Şêxmeqsûd tê û ji ber metirsiyên şêniyan ji dûrketina zarokên wan ji xwendinê, Kongreya Star ji bo vekirina 2 baxçeyên zarokan kar û xebat meşand. 7 mamosteyên baxçe li ser şêwazên danûstandina bi zarokan re, fêrkirin û alîkariya derûnî hatin perwerdekirin.
Baxçeyê Kulîlkên Pêşerojê beriya salekê li rojavayê taxa Şêxmeqsûd hate vekirin. Tê de 50 zarok hene.
Baxçeya El-Berêm beriya 3 mehan li taxa Eşrefiyê hate vekirin. Tê de 20 zarok hene.
Temenên zarokan li her du baxçeyan di navbera 4-8 saliyê de ne.
Zarok di baxçeyan de zimanên Erebî, Kurdî û Înglîzî dibînin û her wiha şarezahiyên tevgerê bi rêya lîstikan fêr dibin.
Endama rêveber a Kongreya Star Nehle Mistefe da zanîn ku li ser daxwaza şêniyan piştî serkeftina baxçeyê yekemîn kongreya baxçeyê duyemîn bi navê El-Beraêm li taxa El-Eşrefiyê vekir.
Her wiha Nehla destnîşan kir ku ev her du baxçe di birêxistinkirina jinan de roleke girîng lîst û barên jinan sivik kirin. Piştî ku zarok tev li baxçeyan bûn, jinên kedkar dem dît ku xwe ji qeydên civakê rizgar bikin û her wiha di karê xwe de xwe bi pêş bixin.
Şeza Tirad ji pêkhateya Ereb e. Ji zanîngeha perwerdeya baxçeyên zarokan derçûye. Li ser mijara baxçe wiha got: “Armanca baxçeyan tevî bidestxistina şarezahiyên ziman û bîrkarî, perwedekirina zarokan li ser rêgeza hevkariyê ye û her wiha pêşkêşkirina alîkariya derûnî ji zarokan re ye.”
Her wiha Şeza Tirad destnîşan kir ku ew zarokan dişopînin û li gorî taybetiyên wan bi awayekî rast bi wan re danûstandinê dikin. Şeza diyar kir ku wan ji ber rewşa hin zarokan a taybet û ji bo çareserkirina pirsgirkên wan ew şandin aliyên têkildar…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.