Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hêzên ewlehiyê encamên hemleyên salekê yên têkoşîna li dijî madeyên hişbir eşkere kirin

26/06/2022
in Uncategorized
A A
Hêzên ewlehiyê encamên hemleyên salekê yên têkoşîna li dijî madeyên hişbir eşkere kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Hêzên Ewlekariya Hundirîn,  madeyên hişbir ku di hemleyê de desteser kirine, telef kir. Her wiha ragihandin ku wan li herêmê 570 kesên di bazirganiya madeyên hişbir de kar dikin, girtine.

Hemwextî Roja Têkoşîna li dijî madeyên hişbir ya Cîhanê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn civîneke çapemeniyê li dibistana Mîrav a Ajotina Erebeyan ya li bajarê Qamişlo li dar xist. Nûnern Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tê de beşdar bûn.

Paşê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirên Elî El-Hesen daxuyaniya hêzê ya têkildarî vê boneyê xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îro cîhan Roja Têkoşîna li dijî madeyên hişbir û bazirganiya ne rewa ya wê pîroz dike. Vê rojê wek boneyekê ji bo xurtkirina xebatan û hevkariyê dibîne da ku cîhanek bê narkotîk ava bibe.

Ev diyarde di serî de ciwanan dike hedef ku pêşeroja civakî ne.

Ji bo têkoşîna li dijî madeyên hişbir divê derfet bên xurtkirin û ev berpirsyarî ne tenê ya hêzên ewlekariyê ye, lê belê erkê hemû sazî, rêxistin û şêniyên herêmê ye.

Madeyên hişbir, sedema sereke ya zêdebûna sûcan e. Cihê tevliheviya civakê ye. Hêzên me her tim li hember bikaranîna wê, bazirganiya wê tê koşiya. Bi hemû hêza xwe bazirganên wê şopand û girtin.

Hêzên me di vê çarçoveyê de gelek hemleyên bi bandor li dijî kesên bazirganiya vê madeyên dikin pêk anîn û madeyên pê re desteser kirin.

Daneyên hemleyên me ji dîroka 26-6-2021`an û heta îro wiha ne:

Hejmara dosyayên bazirganiya madeyên hişbir gihaşt 102 dosyayan û di wê çarçoveyê de 203 kes hatin girtin.

Hejmara dosyayên bazirganiya madeyên hişbir gihaşt 113 dosyayan û di wê çarçoveyê de 216 kes hatin girtin.

Dosyayên belavbûna madeyên hişbir  li herêmê:

Hejmara dosyayên vî beşî 259 dosya ye.  Di çarçoveya wê de 570 kes hatin girtin ku têkiliyên wan di belavkirinê de hene.

Dosyayên bikaranîna madeyên hişbirê:

Hejamra dosyayên di vî warî de gihaşt 999 dosya. Di wê çarçoveyê de hezar û 410 kes hatin girtin.

Madeyên ku di hemleyan de hatine desteserkirin wiha ne:

Hêzên me 3 milyon û 442 hezar û 30 heb desteser kir.

167 şitlên heşîşê hişk û ernûs, 4 kîlo û 70 gram tovê heşîşê.

8 kîlo û 230 gram madeya krîstal, 127 gram heroîn, 22 gram cocaine.

510 kîlo û 780 gram heşîşê hevir.

Bikaranîna narkotîkê pirsgirêkeke cîhanî ye û divê li ser asta cîhanê hikumet, deste û rêxistin bi hev re kar bikin û girîngiyeke mezin bidin vî warî. Di çarçoveya hewldanên me ji bo pêşxistina kar de, me beşa Têkoşîna li dijî madeyên hişbir di nav sazûmaniya giştî ya hêzên xwe de ava kir. Ev beş dê dest bi xebatên xwe ji bo şopandin bazirganên madeyên hişbirê û rêgirtina li pêşiya belavbûna wê di herêmê de me de bike.

Di dawiya civînê de, Beşê Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî, Têkoşîna li dijî madeyên hişbir, madeyên hişbirê yên ku hêzên ewlekariyê desteser kirine, telef kirin.

Post Views: 42
ShareTweetPin

Herî Dawî

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin
POLÎTÎKA

Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.