Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şaredariya Gel xebatên xizmetê didomîne

12/07/2018
in Uncategorized
A A
Şaredariya Gel xebatên xizmetê didomîne
Share on FacebookShare on Twitter

Şaredariya Gel a Reqayê ji bo geşkirin û vejandina bajêr xebatên xwe yên xizmetguzariyê bê navber didomîne.
Di 10’ê Adara 2018’an de Şaredariya Gel navenda xwe li bajarê Reqayê bi awayekî fermî vekir. Bi derfetên sivik xebatên sererastkirina gulistanên bajêr, sererastkirina kanalîzasyonê û xetên avê pêk anî. Ceyran gihande hin taxên bajêr û gelek pirên bajêr piştî ku DAIŞ’ê ew wêran kiribûn ji nû ve sererast kir û xist xizmeta şêniyan.
Şaredariya Gel a Reqayê ji hevserokan, 270 endam û 14 komîteyan pêk tê. Komîte ev in: Komîteya teknîkî, komîteya kanalîzasyonê, ragihandin, hawirdor, aborî, zimhêr, el-dabta, parastin, garaj, têkilî, dîwan û komîteya gilî û gazinan. Van komîteyan ji bo vejandina bajar gelek proje bi cih anîne.
KOMÎTEYA AVÊ
Ev komîte ji aliyê Buroya Tenfîzî ya şaredariyê ve ava bû, ji 11 endaman pêk tê, di nav de endezyar, teknîsyen, rêveber û hin pispor hene. Hemû xebatên peydakirina ava vexwarinê dimeşîne. Heta niha bi kêmderfetan be jî komîteyê ji sedî 75 av gihand bajêr.
KOMÎTEYA HAWÎRDORÊ
Komîteyê heta niha 4 parkên sereke yên bajêr sererast kirin, parkên El-Reşîd, El-Bustan, El-Beyda û El-Melahî bi temamî hatine amadekirin û ji mayinên ku çeteyên DAIŞ’ê çandibûn, hatin paqijkirin. Her wiha komîteyê rogarên li ser rêyên bajêr paqij kirin û gelek dar çandin.
Komîteya Kanalîzasyonê
Komîteyê piştî rizgarkirina bajêr dest bi xebatên sererastkirina xetên kanalîzasyonê kir ku ji ber kolandina çeteyan gelek zirar dîtibûn. Heta niha komîteyê 3 hezar metre borî dirêj kir û 232 daxwaznameyên çareserkirina xetan ên şêniyan bi cih anîne.
KOMÎTEYA ZAGONÎ
Komîteya Zagonî (qanûnî) ji komîteyên şaredariyê yên herî çalak e. Xanî, mal û milkên şêniyan belge dike û her wiha di meşandina xebatên şaredariyê de roleke girîng lîstiye.
KOMÎTEYA FIRINAN
DAIŞ beriya ku ji bajêr derkeve, gelek firinên bajêr şewitandibûn. Komîte ruxseta firinên di nav bajêr de da. Her wiha komîteyê ji bo firinan ard jî peyda kir û ji ber gilî û gazinên şêniyan ji ber buhabûna nirxê nan, komîteyê buhayê nan kêm kir.
KOMÎTEYA VEGUHESTINÊ
Komîteya Veguhastina Hundirîn gelek gav avêtin. Jê sererastkirina 5 piran (Pira El-Romaniye, El-Sewami, Reqa, Semra û El-Firosiye) û niha jî ji bo sererastkirina pirên El-Mensûr, Marûde kar dike. Her wiha nirxê veguhastinê li gorî rewşa welatiyan diyar kir.
Alavên ku li gel Şaredariya Reqayê hene
Şaredarî niha 12 treks, 12 qelab, 12 sehrîj av, 2 cîhazên GPRS, 4 erebeyên paqijiyê û 7 traktoran bi kar tîne. Şaredarî hemû alavan ji hêzên koalîsyona navneteweyî werdigire.
PROJEYÊN ŞAREDARIYÊ
Bi armanca peydakirina xebatên xizmetguzariyê şaredariyê gelek proje amade kirine.
Li ser vê mijarê hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed Ibrahîm tekez kir ku şaredarî gelek destkeftî piştî rizgarkrina DAIŞ’ê bi dest xistine. Şaredariyê bi kêmderfetan rewşa xizmetguzariya şêniyan bi pêş xist.
Ibrahîm diyar kir ku ji sedî 60 ji bajêr bi temamî hatibû wêrankirin û ji bo wê xebatên pir mezin meşandin, ji bo vegera şêniyan şaredariyê gelek xebat û xizmetên bingehîn wekî paqijî û avê pêşkêş dike…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.