Dewleta Tirk ya dagirker bi rêya avakirina komên çete hewl dide serweriya xwe li nava xaka Sûriye û Iraqê bidomîne. Wekîlê Parlamentoya Iraqê yê YNK’ê Şiwan Dawidî diyar kir dewleta Tirk li Kerkûkê komên çekdar ava dike û wan perwerde dike.
Wekîlê Parlamentoya Iraqê yê YNK’ê Şiwan Dawidî diyar kir dewleta Tirk li Kerkûkê komên çekdar ava dike û wan perwerde dike. Berê jî li Kerkûkê dema ku endamekî çete hatibû kuştin, alaya Tirk il ser derketibû.
Wekîlê Parlamentoya Iraqê, yê YNK’ê Şiwan Dawidî ji Rojnewsê re axivî û da zanîn koma çekdar ji aliyê Eniya Tirkmen ve hatiye avakirin. Hate gotin komên çekdar rasterast ji hêla dewleta Tirk ve têne perwerdekirin. Dawidî diyar kir ku ev salek û nîv e komên çekdar hatine avakirin û hewcehiyên wan ên maddî dewleta Tirk dide.
Dawidî got, “Piştî ku me agahî bi rayedaran re par ve kir, Berdevkê Hikûmeta Iraqê diyar kir ku haya wan ji hêzeke wiha tine.’’
Dawidî xwest ku Wezareta Navxweyî ya Iraqê û Wezareta Berevaniyê lêpirsîna vê bike û pêşî li hêzeke wiha bigire.
Dawidî got hêzeke wiha ku ne li gorî zagonên Iraqê hatiye avakirin, ji bo Kerkûkê xetere ye.
Dawidî diyar kir ku dixwazin bi vê koma çekdar hêzeke mîna Heşdî Şebî ava bikin.
Piştî 16’ê Cotmeha 2017’an Kerkûk hatî dagirkin li herêmê gelek komên çete derketin û gelekên ji van bi ser dewleta Tirk ve ne. Li Kerûkê di şerekî de li ser çeteyê ku hatî kuştin ala Tirk derketibû.






