Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çeteyên dagirker malên sivîlan dişewitînin

12/07/2018
in Uncategorized
A A
Çeteyên dagirker malên sivîlan dişewitînin
Share on FacebookShare on Twitter

Çeteyên dewleta tirk a dagirker malên welatiyên gundê Sariya yê girêdayî navçeya Mabata û mal û kargehên li navçeya Mabata dişewitînin.
Çavkaniyekî ji gundê Sariya, ragihand ku koma çete ya bi navê Tabûra El-Ehfad roja Sêşemê 4 malên welatiyên gund şewitandin. Li gorî gotinên çeteyan beriya derbasbûna rêjîma Sûriyeyê nava Efrînê ew ê hemû malên Efrînê bişewîtinin.
Heman çavkanî da zanîn ku çeteyan ji aliyê rojhilatê gundê navborî ango ji depoya avê dest bi şewitandina malên welatiyan kirine. Kesên ku heta niha malên wan hatine şewitandin ev in: Menan Heskilek (muxtar), Henîf Zalo û birayê xwe yê bi navê Mihemed Zalo û welatiya bi navê Nebîla Musteşar. Piştî ku çeteyên dewleta tirk a dagirker xaniyan dişewitînin, wan xaniyan wek noqteyên parastinê bi kar tînin.Çavkaniyekî din ji navçeya Bedînyê ya girêdayî herêma Raco ragihand ku çeteyên bi navê Lîwa El-Muntesir Billah, Lîwayê Mihemed El-Fatih û Ehfad El-Resûl, kargeha betaniyan a El- Ehram a dikeve ser rêya Raco şewitand, navê xwediyê kargehê jî Hisên e û ji navçeya Bedînyê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.