Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiya gerîlayên YJA Starê ya li Colemêrgê û bomberdûmana balafirên şer a li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.
Daxuyaniya ku li ser malpera HPG’ê hate weşandin, wiha ye:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me yên YJA Starê roja 10’ê Tîrmehê saet 9’an, li dijî qereqola Girê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.
Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de êvara heman rojê saet 18:30’î li artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkan ê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê xistin. Di çalakiya sekvanî de leşkerekî dijmin hate kuştin.
Balafirên şer 10’ê Tîrmehê saet navbera 20:00-22:00 derdora gundên Girava, Kortek, Bolê, quntarên girê Hîva û herêmên Gundê Silê yên Qendîlê, Dola Konferansê û qada Werxelê yên herêma Avaşînê, qadên Çemço, Kunişka û Gundê Filleha yên herêma Zapê, Dola Kêstê ya herêma Metîna, qadên Şehîd Bêrîtan, geliyê Aşutê û Kelaşîn ên herêma Xakurkê bombe kirin.
9’ê Tîrmehê saet 19:30’î bombe li qadên Dola Nêrgê û Alantus ên herêma Zapê barandin.”






