Li Şehba û şêrawa xebatên civakî û xizmetê berdewam dikin. Şaredariya Gel li van herêman li gor derfetên di destê xwe de pirsgirêkên gel çareser dike. Şaredariya Gel çar gerajên navendî li Şehba û Şêrawa vekir. Di van gerajan de nêzî 8 servîs wê xizmetê bikin.
Ji bo çareserkirina pirsgirêka çûn û hatinê, Şaredariya Gel çar garacên navendî li Şêrawa û Şehbayê ava kir. Di van garacan de zêdyî 75 serwîs û 100 mirovan dixebitin. Hevserokên veguhestinê li Şehbayê tekez dikin ku bi riya van garacan zêdeyî 40 gund, gundik û navçeyan digihêjin hev û pirsgirêka çûn û hatina gel heya derceyeke baş çareser bûye.
PIRSGIRÊKA BINGEHÎN REJÎM E
Hevserokê Birêvebirina Veguhestinê li Şehbayê Îbrahîm Heftaro destnîşan kir ku pirsgirêka veguhestinê bi hatine gelê Efrînê re zêde bû. Ji ber vê şaredariyê demildest biryar da ku garacên pêwîst bên avakirin. Heftaro dibêje: Di serî de me hejmare deverên gel lê bi cih bûye tesbît kir. Piştre dirêjahiya riyan hate hesibandin. Li gorî wê jî buha hatin destnîşankirin. Li gorî Heftaro pirsgirêka bingehîn ku sedema êşê ye, kêmbûna mazotê ye. Heftaro sedeman jî dispêra kiryarên çewsîner ên rejîma Sûriyê. Derbarê garacên hatine avakirin de Heftaro ev agahî da: Li gundê Aqîbê, Erfad, Ehres û Fafîn garac hatine avakirin. Bi riya van garacan zêdeyî 40 gundên Şehba û Şerawa digihîjin hev. Di van garacan de zêdeyî 100 kesî dixebite. Derbarê kirêya serwîsan de Heftaro diyar kir ku; kirê guherîner e. Li gorî buhayê mazotê lîste derdikeve..
MECLÎSA AJOKARAN TÊ AVAKIRIN
Ji aliyê xwe ve Yasir Şêxo hevserokê birêvebirina veguhestinê li Şehbayê ji bo gundên ku li dûrî riyên sereke ne got wê di demên pêş de pirsgirêka wan jî bête çareserkirin. Şêxo derbarê çilekiya hinek ajokaran ku pereyên zêde ji gel distînin de got: Em li gorî gilî û gazinên digihêjin ber destê me, bi awayekî civakî û exlaqî pirsgirêkan çareser dikin. ji bo çavdêriyê jî me sîstema zabîteya trafîkê xistiye dewrê. Wê ev sîstem di pêşerojê de hîna aktîvitir bibe. Herdu hevserokan girêdayî birêxistinkirina ajokaran û zeftkirina lîstika bi buhayan, dawiyê de eşkera kirin ku wê van rojan meclîseke taybet a ajokaran bê damezirandin. ajokar wê di meclîsê de pirsgirêkên xwe çareser bikin. gilî û gazinên gel wê di vê meclîsê de bên nîqaşkirin. Ango wê ajokar bi xwe xwe bi rê ve bibin.
BILA XIST BÊN DESTNÎŞANKIRIN!
Ajokarê bi navê Ehmed Abdulah gazinan ji buhayê mazotê dike û dibêje: rejîma sûriyê pirî caran riya mazotê bi zanebûn li ser şehbayê digire. Dixwaze di navbera gel de pirsgirîkan derxîne. Dîsa kesên çewsîner ku weke bazirganên şer tevdigerin hene. Ew jî bi rejîmê re vê pirsgirêkê kûr dikin. Abdulah bang li rêveberiyê kir ku bi koordîneya bi rêveberiya benzînxaneyê re rojane miqdarek diyar ji mazotê ji ajokarên serwîsan re bête destnîşankirin.
LAZIME ZABÎTE XWEDÎ INSYATÎF BE!
Ajokar Ehmed Kobanê jî got: rewşa riyan li şehbayê ne baş e. gelek çal û riyên neqîrkirî ku erebeyên me xira dikin hene. Em ji rêveberiyê dixwazin li gorî îmkanên heyî çareseriyekê bibînin. Kobanê ji bo ajokarên çewsîner ku buhayê zêde distînin bang li rêveberiya vaguhestinê kir di zûtirîn dem de zabîteya xwe aktîv bike û got: Bila zabîteya trafîkê bi insyatîf be ku di cih de pirsgirêkan çareser bike.
AJOKARÊN KEDXWAR ZEFT BIKIN!
Ajokarê bi navê Bekir Hemo jî dibêje: ji bo birêxistinkirina karê ajokaran û hêsankirina çûyîn û hatina gel, vekirin garacan gavek serkeftî bû. Lê dîsa jî hinek ajokarên çewsîner hene ku bê berpirsyarî tevdigerin û keda hempîşeyên xwe dixwin. Hemo diyar dike; ta ku pirsgirêkên me kûr nebin lazime meclîsa ajokara zû bê avakirin.
Idrîs HENAN






