Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Derbasbûna hêzên rêjîmê li Tebqayê rast nîne

12/07/2018
in Uncategorized
A A
Derbasbûna hêzên rêjîmê li Tebqayê rast nîne
Share on FacebookShare on Twitter

Derbarê gotegotên girêdayî avakirina devereke ewlehiyê ya rêjîma Sûriyê li Tebqayê û wergirtina bendava Firatê de Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê daxuyaniyek da û ew îdia derewand û got, “Tu peyman bi rêjîmê re derbarê bendavê yan mijareke din de pêk nehatine.”

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê gotegotên ku dibêjin hêzên rêjîma Sûriyê devereke ewlehiyê ji xwe re li Tebqayê ava dike, yan wê bendava Firatê wergire, bi daxuyaniyekê derewand.
Derbarê gotegotên girêdayî avakirina devereke ewlehiyê ya rêjîma Sûriyê li Tebqayê û wergirtina bendava Firatê de Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê daxuyaniyek da û ew îdia derewandin.
Daxuyaniya rêveberiyê wiha ye:
“Li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê, girêdayî gotegot û îdiayên ku hin alî li ser malperên civakî belav dikin ku hêzên rêjîmê derbasî Tebqayê bûne, tu rastiya van gotegotan tune ye.
Karmendên kevn ên bendava Firatê yên girêdayî rêjîmê hê jî li ser karê xwe ne. Ji ber ku bendav berhemeke niştimanî ye û kehrebeyê ji hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê re peyda dike. Ji ber vê yekê bendav di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de rastî gelek ziyanan hat. Ji ber kêmderfetan em xebatên karmendên berê yên bendavê û xebatkarên ku ji aliyê Rêveberiya Sivîl ve hatine erkdarkirin, wek pirsgirêk nabînin. Bi taybetî ji ber ku xebatên wan dikevin xizmeta giştî welatiyan.
Tu peyman bi rêjîmê re derbarê bendavê yan mijareke din de pêk nehatine.
Girêdayî gotegotên avakirina devereke ewlehiyê li Tebqayê jî tu rastiya vê jî tune ye û ev îdiayên ku li ser malperên civakî ji aliyê hin kesan ve hatine belavkirin, dûrî rastiyê ne.
Dubare em diyar dikin ku em ji hemû diyalogên dikevin xizmeta gelê Sûriyeyê re amade ne û bi taybet di aliyê xizmetguzarî û berhemên hevbeş de.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.