9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, 13 roj berê der barê Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven de biryara berdanê dan û îro heman dadgehê bi yek dengî biryara berdewama girtinê dan. Guven bertek nîşanî biryarê da û got: “Ger ku hiqûq ji bo hemû kesan wekhev bûya, îro wê ev yek nebuya.”
9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku bi yek dengî derbarê Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven de biryara berdanê dan, heman dadgehê bi yek dengî derbarê Guven de biryara berdewama girtinê da. Dozger derbarê Leyla Guven de ji 25 salan heta 45,5 salan ceza dixwaze. 2’emin rûniştina doza Guven li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin.
Guven, parastin bi kurdî kir û diyar kir ku ji xwe wekî Seroka KCD’ê tê darizandin û wiha got: “Ez niha wekî Parlamentera HDP’ê ya Agirî têm darizandin. Wekîltiya HDP’ê wekî yelekê ji agir e. Heta niha me çawa di vê rêyê de li ber xwe da, em ê ji niha û şûnde jî di vê rêyê de li ber xwe bidin. Vê dadgehê derbarê min de biryara berdanê da. Piştî min alavên xwe yên girtîgehê kom kir, ez bernedam. Ez bi SEGBÎS’ê derxistim 10’emîn dadgeha Cezayên Giran a Amedê û diyar kirin ku derbarê te de biryara girtinê heye. Ji xwe ez hê jî girtî bûm û li girtîgehê bûm. Ger ku hiqûq ji bo her kesî wek hev pêk hatibûya ez dê ne li vir bûma û wê ev tişt çênebuya.”
Guven, anî ziman ku dadgerê derbarê wê de biryara tahliyê da niha ne li salonê ye û wiha berdewam kir: “Ez tahliya xwe naxwazim. Ez tenê wîcdan dixwazim. Ez dixwazim tenê hûn li gorî hiqûqê tev bigerin. Ji ber em hiqûqê dixwazin. Wezîr ji me nifrînê dike. Lê em dixwazin bila biryar wîcdanan birîn nekin.”
Parêzera Guven Reyhan Yalçindag Baydemir xwest biryara li dijî hiqûqê bi dawî bibe û wiha got: “Pişti 24’ê Hezîranê Guven’ hatiye hilbijartin û li gorî xala 83’emin a Qanûna Bingehîn destnedayîna wê heye. Yalçindag, xwest Guven bê berdan û darizandina wê bê rawestandin.
Pişt re dozger xwest ku girtina Guven dewam bike û kêmasiyên di dosyeyê de temam bibin. Guven li dijî mutalayê mafê axaftinê girt û bertek nîşanî sûcên daivêjin ser wê da. Guven got: “Tişta îro hûn dibêjin sûc, ji bo me nû sûc e. Me tenê mafê xwe bikaranî. Wê dozger jî rojekê hewceyî vê yekê bibe.”
Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir û bi boneya kêmasiyên di dosyeya dozê de bên temamkirin rûniştin taloqî 7’ê mijdarê kir.






