Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

AKP’ê xwest, DAÎŞ’ê pêk anî

12/07/2018
in Uncategorized
A A
AKP’ê xwest, DAÎŞ’ê pêk anî
Share on FacebookShare on Twitter

AvEG-Konê, qurbaniyên Pirsûsê bi bîr anî û got, “AKP’ê zemîn amade kir, DAÎŞ’ê jî komkujî pêk anî.”
Konfederasyona Penaberên Bindest ên Ewropayê (AvEG-Kon), ji bo 33 ciwanên li Pirsûsê hatî kuştin daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye: “20’ê Tîrmeha 2015’an li ser banga SGDF’ê, bi sedan ciwanên ji bo tevli xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bibin li Pirsûsê, li ber Navenda Çanda Amara civiyabûn. Di dema ku daxuyaniya çapemeniyê dihat dayîn de, çeteyên piştgirî ji dewletê digirtin, li hemberî wan komkujiyek pê anî. Di vê rêwitiya xeyalan de 33 ciwanan jiyana xwe ji dest dan, ji sedî wêdetir jî birîndar bûn.”

AKP’Ê XWEST TOLÊ HILÎNE

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo ji banga Rojava re bibin bersiv, bi dengê xwe can bidin jiyana nû, derketin ser rê. Xwestin li Kobanê ya ku ji DAÎŞ’ê hatî rizgarkirin, pirtûkxane, parkên zarokan çêbikin, daran biçînin, li wê derê di lêkirina avahiyan de bixebitin, li nexweşxaneyan xizmet bikin. Lê hatin kuştin, lewra dîktatoriya Erdogan/AKP a ku xeyalên wan ên xistina Kobanê pêk nehatî, xwest bi DAÎŞ’ê re ji kesên ku xwedî li Kobanê derdikevin, ji sosyalîstan, şoreşgeran tolê hilîne.
Dîktatoriya faşîst a Erdogan/AKP’ê, 7’ê Hezîrana 2015’an têk çû. Lewre serkeftina HDP’ê hezim nekir û dest bi konsepteke nû ya şer a qirêj kir. Piştî komkujiya Pirsûsê li Enqerê, Îstanbûl-Sûltanahmetê, li Balafirgeha Îstanbûlê, li Cizîr, Sûr, Silopî, Gever, Xarpêt û gelek cihên dîtir komkujî pêk anîn, bajar bi erdê re kirin yek, mirov di jêrzemînan de şewitandin.”
AvEG-Konê, wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Bi hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an re zemîna dîktatoriya yek-zilamî tê têkûzkirin. Hilbijartinên ku bi her cure hîle, zext û bazariyên kirêt hatî qezençkirin rewa nîn e. Lewma ji bo hemû kes û derdoran pêvajoyeke xurtir, bi biryartir û ji xwebawer a têkoşîn destpê kiriye. Ji bo wê, di vê heyamê de ji bo hesabpirsîna Pirsûsê derketina kolanan girîng û watedar e. “

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.