Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li MÎT’ê sê mehan êşkence lê hat kirin

12/07/2018
in Uncategorized
A A
Li MÎT’ê sê mehan êşkence lê hat kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ziynet Saglam dema ku êrîşên dagirker ên ser Efrîn Cindirêsê de hat girtin, diyar kir ku li navenda MÎT’ê êşkence lê hatiye kirin. Saglam got, “10’ê Adara 2018’an li gundekî Cinderesê mala ku lê bûm hat bombekirin û di malê de bav û keç yên xwediyê malê mirin ez jî birîndar ketim destên komên çete.”

Ziynet Saglam ku dema êrîşên dagirker ên ser Efrînê hatî girtin, qala tiştên bi serê wê ve hatin kir. Saglam got, li navendên MÎT’ê êşkence lê hatiye kirin.
Ziynet Saglam ku di dema êrîşên dagirker ên ser Efrînê de hatibû girtin û paşê bi “endamtiya rêxistinê” hate tawanbarkirin û girtin. Saglam, diyar kir ku ew birine Ezaz û Dîlokê û li navendên MÎT’ê êşkence lê kirine.
Ziynet Saglam ku bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û niha di Girtîgeha Jinan ya Tarsûsê di hucreya yekkesî de ye, ji ber ku îdareya girtîgehê daxwaza wê ya çûyîna cem hevalên wê yên ji heman dosyeyê hatine girtin qebûl nekir, 11 roj in di greva birçîbûnê de ye. Saglam, diyar kir heta ku daxwaza wê neyê qebûlkirinê wê çalakiya wê dewam bike. Saglam bi rêya parêzerên xwe tiştên ku li Efrînê û Tirkiyeyê hatine serê wê û dîtiye bi raya giştî re par ve kir.
Saglam, diyar kir ku di dema operasyona li hemberî Efrînê de ew li Cinderesê bûye, lê belê endamên MÎT’a Tirkiyeyê û endamên OSO’yê bi îdiaya “sûcê şer” ew tawanbar kirine û tiştên di vî warî de vegot.
HEMÛ CÎHAN HEVPARÊ VÎ SÛCÎ YE
Saglam, diyar kir di 10’ê Adara 2018’an de li gundekî Cinderesê mala ku lê bûye hatiye bombekirin û di malê de bav û keç ku xwediyê malê bûn mirine û ew jî birîndar bûye. Saglam, diyar kir heta demekê di nav kavilên malê de maye.
Saglam, anî ziman ku dema ji nav kavilên xanî derketiya endamên OSO û leşkeran ew zevt kiriye û ev kes wê şilfî tazî kirine, kincên YPJ’ê lê kirine, ew taciz kirine û gef lê xwarine. Saglam got: “Bi vî awayî wêneyê min kişandin. Leşkerên Tirk ji bo xweş baş nîşan bidin û ser komkujiya ku kirin bigirin xwarinên cur bi cur danîn ser maseyan bi zorê qedehe xistin destên min û wêneyê min kişandin. Leşkerên ku di dest wan de kêr û çek hebûn digotin ‘tekbîr’ û dikişandin. Paşê min xistin odeyekê, dest û lingên min û çavên min girêdan. Êvarî jî min birin odeyekê, bi cop, xirtûm û qabloyan ez êşkence kirim.”
EW JI EFRÎNÊ BIRIN EZZAZÊ
Saglam, anî ziman, ji ber bi awayekî dijwar îşkence kirine tim ji ser hişê xwe diçû û got: “Ev kes bi kêrên di dest xwe tim hewl didan ku qirika min jê bikin. Her ku dihatim ser hişê xwe digotin ‘em ê qirika te jê bikin.’ Paşê ji wir ez birim serşokê. Li wir kincên min ên qetiyayî derxistin û xwestin bêceme li xwe bikim. Paşê min birin ber mizgeftekê. Gotin tekbîr û xwestin qirika min jê bikin. Ji ber ku bi rojan min av venexwaribû, min av xwest. Kêrê li ser qirika min dibirin û danîn. Piştî demekê hin kesan gazî wan kir û ez xistin wesayîtekê û ji Efrînê birin Ezazê.”
ENDAMÊN MÎTÊ LÊPIRSÎNA WÊ KIRIN
Saglam, anî ziman ku demaew birine di rê de tim ew êşkence kirine û li Ezazê ew xistine hucreyeke ku 5 jinên Efrînî yên bi awayekî dijwar hatine êşkencekirin jî lê bûn. Saglam, diyar kir ku li vir kesekî ku gotiye ew ji MÎT’ê ye ew daye ber lêprisînê û bi fermana wî hatiye êşkencekirin û gefa ku wê tecawizî wê bikin lê xwarine. Saglam, diyar kir ku li van navendên ku ku di bin kontrola elemanên MÎT’ê de bûn, ew nîşanî kesên din didan ku ew kes dihatin êşkencekirin û dixwestin ev kes wê teşhîs bikin.
ÇEWAL XISTIN SERÊ WÊ Û EW ANÎN DÎLOKÊ
Saglam, bilêv kir ku li vir piştî mehekê û her roj êşkencekirin, dest û lingên wê hatine girêdan û çewalek xistine serê wê û ew birine Dîlokê. Saglam, da zanîn ku dema ew anîne Dîlokê demeke dirêj tazî hatiye sekinandin û paşê elemanên MÎT’ê kincekî reş lê kirine û ew birine odeyeke bi sîneger ku li her derê wê qabloyên ceryanê hebûne.
Saglam ku got “Ji ber ku her derê min birîn bûn û bin lingên min hatibûn teqandin, dema ceryan didan canê min min fêm dikir ku goştê min diqele” destnîşan kir ku li vir wê xistine asqiya Filîstînê, qefesê û hatiye êşkencekirin.
Saglam, bilêv kir ku li vir jî 20 rojan hatiye êşkencekirin û wê dîsa birine Ezazê. Saglam, da zanîn ku vê carê li vir li qawîşeke 5 kesî 38 jin hebûne û ev jin hemû hatibûn êşkencekirin, tacizkirin û tecawizkirin. Saglam diyar kir ku ji ber êşkence û zilmê derûniya wê xirab bûye û got: “Di hucreyê de her saniye êşkence hebû.”
GEF XWARIN KU JI KESÎ RE NEBÊJIM
Saglam, da zanîn ku tam 2 meh û 20 roja hatiye êşkencekirin û ji ber vê pir qirêjî bûye û loma pora xwe jê kiriye. Saglam, got, rojê carekê lê pir hindik xwarin didan wan. Saglam, diyar kir ku piştî 3 mehan şûnde ew birine Kilîsê û şandine dozgeriyê û li wir xwestine dijî PKK’ê de dîmenan bigirin û got: “Li dozgeriyê çewisandineke derûniyî hebû. Kamera anîn. Ji min re gotin bêje ‘PKK’ê ez êşkence kirime.’ Min qebûl nekir. MÎT’ê ku li Ezazê ez êşkence kirim ‘tiştên me li te kiriye, tiştên ku te dîtine divê ji kesî re nebêjî. Eger bibêjî em ê te bibînin û bikujin.’ Paşê ez şandim dadgehê û hatim girtin. 23 rojan di Girtîgeha Kilîsê de mam. Paşê min sirgûnî Girtîgeha Tarsûsê kirin.”
Saglam, da zanîn ku dema ew anîne Girtîgeha Jina ya Tarsûsê, li têketina girtîgehê lêgerîna tazî lê ferz kirine û ji ber birînên li ser canê wê ew birine nexweşxaneyê û rapor hatiye amadekirin. Saglam, got bi hinceta “birînên li ser canê te baş nebûn” wê naxin hucreya kesên ku ji heman dosyeyê hatine girtin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.