Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li başûrê Sûriyê şerekî giran diqewime

12/07/2018
in Uncategorized
A A
Li başûrê Sûriyê şerekî giran diqewime
Share on FacebookShare on Twitter

Li başûrê Sûriyê li bejahî şerekî dijwar diqewime, ji hewayê jî bombebarana Rûsyayê didome.
Şer li cihekî herêma Derayê ku çeteyên DAÎŞ’ê lê ne, diqewime. Piştî ku rejîma Sûriyeyê û komên din ên çekdar roja Înê li hev kirin, herêmên din bêdeng in. Di çarçoveya lihevkirinê de komên çekdar kontrola herêmê radestî rejîmê kiribûn.
Koma Xalîd bîn Welîd ku komeke ser bi çeteyên DAÎŞ’ê ve ye, di nava lihevkirinê de nehate bicihkirin. Ev koma çete li girên Golan a ji aliyê Urdun û Îsraîlê ve hatiye dagirkirin û li nêzî sînor bi cih bûye.
Li bajarokê Hetê yê ser bi Yermûkê, di navbera çeteyên DAÎŞ’ê û komên din ên çekdar de şer qewimî. Şerê navbera hêzên rejîmê û DAÎŞ’ê jî bi giranî li Siwedayê diqewime.
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, çeteyên ser bi DAÎŞ’ê li bajarokê Hetê bi pêş ve çûne. Hêzên hewayî yên Rûs jî bombeyan li bejahiya Yarmûkê û bajarokê Sehîm El Colanê dibarînin ku ji aliyê koma xalîd bîn Welîd ve hatine dagirkirin.
Li gorî saziyê, heta niha nêzî 30 hezar sivîl li bejahiya Yarmûkê di nava şer de mane. Tê gotin ku çete sivîlan weke mertalên zindî bi kar tînin.
Şer li cihekî bi 4 kîlometreyan dûrî sînorê Urdunê û bi 10 kîlometreyan li ser xeta sînor diqewime. Çeteyên DAÎŞ’ê topan diavêjin bajarokê Zayzûnê. Li vî bajarokî roja Sêşemê li dijî hêzên rejîmê û komên din ên çekdar êrîşeke xwekujî hatibû kirin û 14 kes miribûn.Rejîma Sûriyê operasyonên xwe yên li dijî Derayê 19’ê Hezîranê zêde kiribû. Ji ber şer, li gorî Neteweyên Yekbûyî 200 hezar kesî xwe li sînorê Sûriye û Îsraîlê girtin. Rejîma Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsya û Îranê 60 ji sedî yê Sûriyeyê kontrol kiriye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.