Kurdê ku bi xwe re, bi gelê xwe re, bi welatê xwe re, bi doza xwe re, îxanetê neke nabe şêrînê ber dilê neyar û di qesran de nayê pêşwazî kirin. Îxanetkarên gelê xwe şêrînên ber dilê neyar in.
Sedsalên 19 û 20’emîn ên ku di cîhanê de weke sadsalên azadiya netewan tên pênasekirin bi êş û azara civaka Kurd ve dagirtîne. Di van sedsalan de civaka ku herî zêde ji bo azadiya xwe serîhildaye û herî zêde berdêlên giran daye û azadiya xwe bidest nexistiye yek jî civaka Kurd e. Yekane sedema neserkeftina civaka Kurd hişmendiya kevneperest a feodalî ya mîr, beg, şêx û axayên Kurd a parçebûyî ye.
Ji bo wan a esas ne Kurdistan û ne netewa Kurd bû, a esas Mîrekî, Begîtî, Axatî û deshilatdariya wan bû. Hişmendiya parçebûyî ji bo îxanet û hevkariyê bingeheke xurt pêşkeşî serdestan dikir. Dîroka Kurdistanê yê 200 salên dawîn bi encamên gelek dilsoj ên vê hişmendiya parçebûyî ve dagirtiye. Bê tifaqî, îxanet û têkçûn weke qedereke nebixêr li ser kurdan hatibû ferzkirin.
Dema ku mîrekî an begekî serî hildaye dagirkeran pişta mîr û begên din mizdane, xwe biwan şêrîn kirine û ew kişandine xeta îxanetê. Bê guman piştî têkçûna serhildanê di serîde Kurdê îxanetkar hatiye tasfiyekirin.
Serok û rêbrên Kurd neçarin bi vê zanebûnê têdikoşîn û bi vê zanebûnê helwesta xwe ya li dijber neyar diyar bikin. Neyarê bavan nabin dostê lawan, heke îro ji têkçûna birayê xwe re bêdeng bimîne dê sibê dor were wî.
Di 1946’de dadgeha Îranê ji Qazî Mihmed re dibêje te kesên biyanî (ji başûr Mele Mistefa Barzanî û hwd., ji bakur Kadrî û Ekrem Cemîlpaşa û hwd.) vexwendine axa Îranê û îxanet li dewleta Îranê kiriye. Qazî Mihemed dibêje “Ev erdnîgarî ne yê Îranê û ne yê bavê min e, Kurdistane û yê hemû Kurda ye. Ew kes Kurdistanî ne û ev der welatê wan û malê wan e, pêdivî bi vexwendina min tune ye.”
Li Başûr dema ku muxabîrê AA’yê dixwaze ji PKK’re bibêje “terorist” ji avakarên YNK’ê Adil Mûrad hevokê di qirika wî de dihêle û dibêje “jibîr neke tu li Kurdistanê yî, tu li Kurdistanê nekarî ji yek rêxistina Kurdî re bibêjî terorîst, terorîst dewleta te bixwe ye”.
Dema ku wezîrê tirk Ferîdûn Sînîrlîoğlu di hevdîtina xwe ya Hewlêrê de dixwaze ji PKK’ê re bibêje “terorîst”. Wekîlê YNK’ê yê wê demê Rêzan Şêx Dilêr peyvê di qirika wî de dihêle û dibêje “Hûn li Kurdistanê nekarin ji rêxistineke Kurd re bibêjin terorîst, hûn nekarin wê bidin, PKK jî partiyeke Kurdistaniyê û ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşe”
Li gel dîroka dilsoj û li gel van her sê helwestên bi rûmet û payebilind gotinên Nêçîrvan Barzanî yên ku ji bo xwe li ber dilê dagirker şêrîn bike Kurdên birayên xwe li Kurdistanê dagirker nîşan didin weke xencereke zengarî di nava dilê civaka Kurd de çikiyan e.
Nêçîrvan Barzanî xwe li ber dilê Erdogan şêrîn kir û ji bo xelatkirinê wî vexwendin Enqerê. Lê li Enqerê tu kesî pax pê nekir. Xeynî çapemeniya PDK’ê tu kesî qala hebûna wî ya li Enqerê nekir. Heqîqeteke dîrokiye; Kurdê ku nirxên civaka xwe neparêze di bêrûmetiyê de diç e.
Di pêvajoya hemû serhildanan de Kurdên şêrînê ber dilê neyar her tim hebûn. Nêçîrvan Barzanî bila li aqûbeta wan û li pênaseya wan binêhire û biryara xwe bide.
Şêrînê ber dilê neyar dûrketiyê dilê Kurd û Kurdistanê ye.
Mihemed ŞAHÎN