Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dixwazim rizgarkirina Efrînê bibînim

12/07/2018
in Uncategorized
A A
Dixwazim rizgarkirina  Efrînê bibînim
Share on FacebookShare on Twitter

Dayîka Eyşe ya 105 salî ku niha li gundê Um Hoş yê Şehbayê dimîne da zanîn ku daxwaza wî ya dawî rizgarkirina Efrînê bibîne û vegere Efrînê. Dayî Eyşeyê got, “polîtîkayên ku berê di dema Îngiliz, Fransî û Osmaniyan de li ser Kurdan dihatin kirin îro jî dîsa dewam dikin.”

Dayika bi navê Eyşe Necar a 105 salî ku bûye şahidê qirkirinên li ser gelê Kurd, anî ziman ku daxwaza wê ya herî dawî ew e ku Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe û vegere ser axa xwe.
Dayika Eyşê ya 105 salî ku ji gundê Um Hoş a Şehbayê ye, xwediyê 12 zaroka ye. Dayika Eyşê heta temenê xwe yê 105 salî bûye şahidê gelek hovîtî, tunekirin û qirkirina li ser gelê Kurd ku pêk hatine. Dayika Eyşeyê da zanîn ku ji dîrokê heta niha gelê Kurd bi polîtîkayên tunekirin û qirkirinê rû bi rû mane û timî axa wan hatiye dagirkirin.
Dayika Eyşeyê da zanîn ku ew bûye şahidê dagirkeriya Îngiliz û Fransiyan a li ser axa Kurdistanê û got: “Dema em li dîroka gelê Kurd dinêrin her dem bi êş û kulê derbas bûye. Lê gelê Kurd dîsa jî serî netewandiye. Li dijî dagirkeriya Îngliz, Fransiz, Osmaniyan her dem li ber xwe daye. Ez bûm şahidê dagirkeriya Îngiliz û Fransiyan. Di wê serdemê de jî dîsa sîvîl dihatin qetilkirin û revandin. Wê demê wan jî gelek zilm li gelê Kurd kirin. Berê Osmaniyan gelê Kurd qetil dikirin, niha jî di bin navê Komara Tirkiyê de axa gelê Kurd tê dagirkirin û bi hezaran kes tên qetilkirin.”
JIN DÎSA DIBIN HEDEF
Dayika Eyşeyê destnîşan kir ku berê jî jin hedef dihatin girtin, niha jî hedef tên girtin û wiha dewam kir: “Ji dîrokê heta niha jin her bûne qurbana polîtîkayên qirkirinê û hedef hatine girtin. Niha jin dîsa hedef tên girtin. Jinê her dem li dijî polîtîkayên qirkirinê li ber xwe dane. Niha jî li ber xwe didin.”
EZ DIXWAZIM VEGERIM EFRÎNÊ
Dayika Eyşeyê destnîşan kir ku daxwaza wê ya herî dawî ew e ku vegere Efrînê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Min heta temenê xwe yê 105 salî gelek tişt dîtin, ez gelek tişt jiyam. Tiştê ku heta niha herî bandor li ser min kiriye têkoşîna tevgera azadiya Kurd e û daxwaza min a herî dawî jî ew e ku ez vegerim Efrînê.”…JINNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.