Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dema bêriya gund dikim diçim cem pez

12/07/2018
in Uncategorized
A A
Dema bêriya gund dikim diçim cem pez
Share on FacebookShare on Twitter

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dayîka bi navê Xelfiye Tunç a kû debara mala xwe bi sewalkariyê dike û koçber e zor û zahmetî û jiyanê kir.
Lİ Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) dayîka bi navê Xelfiye Tunç a kû li wargehê dijî, ji bo debara mala xwe karê sewalkariyê dike û bêrîvan e. Xelfiye girêdana xwe ya bi sewalkariyê re wiha vedibêje: “Dema bêriya gundê ku lê ji dayik bûme dikim diçim gel pez. Ji ber ku me li gundê xwe jî sewlkarî dikir û dema diçim hemû bîranînên min tên bîra min.”
Xelfiye Tunç a ku ji bakurê Kurdistanê ye û di salên 1990’î de ji ber zilm û zordestiya dewletê niha li wargeha Penaberan a Rustem Cudî (Mexmûr) penaber e wiha bahsa jiyana xwe dike: “Heskirina min ya ji sewalkarî û bêrîvaniyê ji zarokatiya min tê. Dema ez zarok bûm li Bakur jî malbata min bi sewalkariyê mijûl bû. Ez li gel dayik û bavê xwe diçûm ber sewalan, her tim bi coşeke mezin me dest bi karê xwe yê sewalvaniyê dikir û me pez xwedî dikir. Gundê me yê bi navê Mijin bi xweşikbûna xwe ya xwezayî û avhewaya xwe bi nav û deng bû. Em di sala 1994’an de ji gund koçber bûn, me berê xwe da gelek waran. Lê herî dawî em li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bi cih bûn. Heta me jiyanek ku mirov bikaribe bijî da avakirin, me gelek zor û zehmetî kişand.”
Xelfiye Tunç di berdewamiya axaftina xwe de kêfxweşiya ku ji karê xwe digire parvekir û got: “Dema ez dest bi karê xwe dikim bi keyifxweşiyek pir mezin, bi karê xwe mijûl dibim, kengê ez tengezar bibim ez bere xwe didim cihê kû ez berivantiyê lê dikim. Her ku diçim gel pez, bîranînên min ên ku min li gund jiyan e tên ber çavên min. Ji bo ku debara mala xwe bikim û zarokên xwe mezin bikim, şîrê ku ez tînim dikim mast, penir, lorik, duhn, hwd. çêdikim. Ez tu carî karê ku dayika min fêrî min kirî ji bîr nakim û her tim xwedî lê derdikevim. Ji ber ku me li gundê xwe hem sewalkarî û hem jî çandinî dikir ev van karan ji malbata xwe hîn bûme.”
Xelfiye Tunç di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî dayik û keçên ciwan kir û wiha got: “Di vê em her tim xwedi li çanda xwe derkevîn. Heta ku ji destê min were, ez e vî karî berdewam bikim.”…
Hîlal Rizgar -Xurbet Tallî

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.