Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li dijî tunekirinê serdema têkoşînê ye

12/07/2018
in Uncategorized
A A
Li dijî tunekirinê serdema têkoşînê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku wan ji bo serdema nû seferberiya rêxistinê dane destpêkirin û got: “Ji bo me serdema nû serdema têkoşînê ye.”
Meclîsa Jinan a Partiya Demokartîk a Gelan HDP’ê di 9’ê tîrmehê de civîna xwe li dar xist û piştî hilbijartinê nirxandinên pêvajoya nû û plansaziya wê kirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr têkildarî plansaziya nû axivî û diyar kir ku jin di hilbijartinan de rolek girîng lîstine û got: “Keda jinê ya hepvar carek din derket holê. Rêxistina me ya jinan a ku li kolanan û li her deverê xwe dide nîşandan carek din xwe da xuyakirin. Me di civînê de jî nîqaşa li ser pergala faşîst a ku pê re rû bi rû mane nirxand. Ev sê sal e dixwazin siyasetê bê jinan birêve bibin û ev didome. Vê polîtîkayê gelek parlamenterên jin û aktîvîstan girt û saziyên wan girt. Astengiyên pir mezin li pêşiya rêxistinkirina jinan hebûn û ev astengî didomin.”
Taşdemîr anî ziman ku ji bo serdema nû xeta têkoşîndayînê û plansaziya xwe jî saz kirin e û wiha dewam kir: “Li dijî vê desthilatdariya li ser jinê her tiştî ferz dike û rewa dibîne berpirsyariya me mezin e. Ji ber vê pergala faşîst wê têkoşîna me hin bêtir radîkal dewam bike.”
Taşdemîr destnîşan kir ku li dijî pergala “yekzilamî” ku destpê kir wê rêxistinbûna xwe mezintir bikin û got: “Wê pêvajoya pêşiya me bi vê pergala nû re hin bêtir tişt biqewimin. Me jî li dijî van pêkanînên nû yên serdema nû seferberiya rêxistinbûyînê da destpêkirin.”
Taşdemîr da zanîn ku ew wek Meclîsa Jinan a HDP’ê wê komên xweser yên jinan ava bikin û wê 3 mehê pêşiya wan wê ji bo wan bibe pêvajoya pêngava rêxistinbûnê û wê plansaziyên xwe siberojê ji raya giştî re aşkere bikin.
Taşdemîr bal kişand tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Yek ji plansaziya jinan ew e ku li dijî tecrîda ser birêz Ocalan xeta têkoşînê bihûnin. Polîtîkaya çewt a li ser jinan tê birêvebirin ji polîtîkaya tecrîdê ne cudatir e. Pêkanîna tecrîdê kûrkirina şer e. Kurkirina şer jî tê wateya rêxistinkirina zilaman.”

SERDEMA TÊKOŞÎNDAYÎNÊ YE

Taşdemîr da zanîn ku ew ê li her deverê têkoşîna belav bikin û got: “Em ê wek jinên HDP’yî li dijî tarîtiyê li qadan bin. Li dijî hemû tasfiyekirin û pêkanînên li ser jinan em ê ji nû ve piştevaniya jinan xurt bikin. Ji bo me wê serdema pêşiya me serdema têkoşîndayînê ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.