Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jin çanda kevnar ya Kurd diparêze

12/07/2018
in Uncategorized
A A
Jin çanda kevnar ya Kurd diparêze
Share on FacebookShare on Twitter

Kurd xwedî çandeke qedîm û kevnar in. Jinên Kurd jî di parastin û berdewamkirina çanda resen ya Kurd de di dîrokê heta roja îro roleke pêşengiyê lîstine. Leyla Mîro ya ji gundê Kaniya Dirêj ya girêdayî Dêrikê jî vê rolê îro jî berdewam dike.

Kurd xwedî çandek kevnar in. Jina bi navê Leyla Mîro jî hewl dide ku çanda xwe ya kevnar bide jiyîn, peyama xwedîderketina ji bo vê yekê dide û dibêje, divê mirov her dem çanda xwe ya kevnar biparêze.
Parêzkara çanda resen Leyla Mîro ku ji Gundê Kaniya Dirêj a Dêrikê ye û 30 salî ye, hem ajalan xwedî dike hem jî nanê sêlê lê dixe. Bi vê yekê Leyla hem debara xwe dike hem jî çanda xwe ya kevnar diparêze. Leyla ji 12 saliya xwe heta niha nanê sêlê lê dixe. Leylayê diyar kir ku jina Kurd nasnameya çanda resen diparêze.
PARASTINA ÇANDÊ ERKA HER KESÎ YE
Leylayê destnîşan kir ku divê hemû kes li çanda xwe ya kevnar xwedî derkevin û wiha got: “Ez ji zarokatiyê de çanda xwe ya kevnar diparêzim. Divê mirov ji çanda xwe û dîroka xwe haydar bin. Ji bo em di nav rabirdû û siberoja xwe de pira serkeftinê ava bikin divê em çanda xwe bidin jiyîn û agahiya me ji dîroka me hebin. Parastina çandê divê erka hemû kesan be.”
ROLA JINAN GIRÎNG E
Leylayê destnîşan kir ku di warê parastina çanda kevnar de rol û mîsyona jinê girîng e û da zanîn ku divê herî zêde jin hewl bide ku mirov ji hebûn û nasnameya xwe dûr nekeve.
Leylayê di dawiya bal kişand ser berdewamiya çanda kevnar û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku zarok berdewamiya çanda kevnar e divê em çanda xwe ya kevnar hînî zarokên xwe bikin ku tune nebe. Ziman û çanda ku zarok hîn nebe wê bi ber tunebûnê ve biçin. Loma divê em girîngiyê bidin hînbûna zarokan. Jin û zarok hevdu temam dikin. Jin hînî zarokan dikin zarok jî digihêjîne siberojê.”…JINNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.