Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rayber hê hene û xiyanet îro jî dewam dike

10/07/2018
in Uncategorized
A A
Rayber hê hene û xiyanet  îro jî dewam dike
Share on FacebookShare on Twitter

Helbestvan, şervan, berxwedêrê bi biryar Elîşêr û hevsera wî Zarîfe, beriya niha bi 81 salî weke îro, ji aliyê xiyaneta ku nokerî ji mêtingeriya Tirk re dikir hatin kuştin.
Yek ji kesayetên girîng ên birêxistinkirina berxwedanê Elîşêr û Zarîfe, ku piştî Komkujiya Qoçgiriyê hatin Dersimê, 16 salan li ber serweriya dewleta Tirk rabûn û 9’ê Tîrmeha 1937’an ketin kemîna xiyanetê ya 4 nokeran.
NAMERDIYA XIYANETÊ
Dema ku Nûrî Dersîmî çû Helebê, Elîşêr û Zarîfe xwe li şikefteke li Çiyayê Tûjikê veşartibûn. Zeynel yek ji hevalên Seyîd Riza bû. Lê belê tevî çar hevalên xwe bi dewletê re hevkarî dikir. Zeynel û çar hevalên wî 9’ê Tîrmeha 1937’an qaşo Elîşêr û hevsera wî Zarîfe ziyaret kirin. Elîşêr û Zarîfe dema fêhm kirin ku ketine xefikê, bi çekê li ber xwe dan, lê di dawiya dawî de hatin kuştin. Zeynel ev rewş ji kurê birayê Seyîd Riza ji Rayber re ragihand. Kurê Seyîd Riza Îbrahîm, sala 1933’an di serdegirtina Sînê de hatibû kuştin. Rayber jî gumanbarê sereke yê kuştina Îbrahîm bû. Rayber zanîbû ku apê wî wê rojekê teqez hesab jê bipirse û nokerî ji dewletê re kir. Dewletê jî ev rewş bi dayina pere û pesindayinê bi kar anî û kesên weke Rayber û Zeynel kir sîxurê xwe.
Zeynel û Rayber serên jêkirî yên Elîşêr û Zarîfe tevî pirtûk, nivîs, helbest û eşyayên Elîşêr radestî Alpdogan Paşa kirin. Û xelata xwe girtin. Li gorî albay Nazmî Sevgen ku wêneyê serên jêkirî yên Elîşêr û Zarîfe kişand, bedenên bê serî nehatin veşartin û ji bo birizin li naverastê hatin hiştin. Lê belê çavkaniyên herêmî vê îdîayê red dikin û dibêjin ku bedena wan li cihekî nêzî şikefta Palaxineyê ku lê hatin kuştin, hatin veşartin. Zeynel Top dest ji nokeriya delwetê berda, lê Rayber dewam kir. Tevî vê yekê jî, sala 1938’an ji ber ku li ser pere li hev nekirin, hem ew bi xwe, hem jî kurên wî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin.
Qelemşorê Tirk ê ku bi kujerên Elîşêr Zeynel û Rayber re wêne kişand, di beşa nivîsa xwe ya bi sernavê “Zeynel ê ku Erkanihaberî yê Dersimê Elîşêr kuşt, qala çi kir?” wiha dibêje: “Karên neyînî yên Elîşêr bi salan dewam kir. 9’ê Tîrmeha 1937’an, Elîşêr bi fîşeka dijminekî Dersîmî mir. Elîşêr ji bo Dersimiyan hêzeke rasteqîn bû. Ji bilî xwendin û nivîsandinê, bi mejî û zîrekiya xwe qebîle tevlî xwe dikir û ji bo avakirina Dersimeke xweser rê li ber mirina bi hezaran mirovên bêguneh vekir û hikumet bi salan pê re mijûl bû. Zeynel ê ku Elîşêr kuşt, yekî ji Dersimê bû. Bedena wî mîna peyker bû, pir wêrek bû. Piştî ku min ev agahî girt, yekser ez li Zeynel geriyam. Ev zilamê çiyê ku tam tîpekî Tirk e, cara yekê bû ku eynik didît, yekemcar bajar didît, yekemcar elektrîk didît.”
Qelemşorê Tirk di beşeke din a rêze nivîsa xwe de dibêje, dema Zeynel hat Xarpêtê wî ji rayedaran destûr girtiye, ew biriye otelekê û pê re axiviye. Dibêje ku ji vî xayniyî re roja ku Elîşêr kuşt dewletê 100 zêr dayê û ji ber ku bawerî pê nedibû piştre hatiye îdamkirin û di dema îdamê de jî rûmeta xwe gelekî xistiye.
ŞOPDARÊN ELÎŞÊR Û ZARÎFEYAN
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Kasim Engîn di salvegera şehadeta Elîşêr û Zarîfe de li malpera HPG’ê gotarek nivîsî û destnîşan kir, gerîlayên ku neviyên Elîşêr û Zarîfeyane îro ne tenê li Dersimê, li çar aliyên Kurdistanê li ber xwe didin.
Engîn di gotara xwe de wiha dibêje: “Her gerîla ji bo bibe Elîşêr û Zarîfe ji xwe re weke şerefekê dibînin ku li ser şopa wan bimeşin. Lê mixabin ên mîna Rayber hîn dijîn. Yên ku dixwazin bibin mîna Rayber, yên dixwazin Kurdan berdin hev û Kurdan pêşkêşî dewleteke dagirker bikin, hîn hene. Conversoyên bi vî rengî ji bo serê ciwanên Kurd bifiroşin dewleta faşîst tevdigerin. Mîna Rayberan dikevin kozikên leşkerên TC û wêneyan dikişînin. Ji bo bibin kujerê gelê xwe, mîna Enkîdûyan bi israr dixwazin serê Hûvavayan bên jêkirin.
Ewladên azadîxwaz ên Kurdan, ewladên rasteqîn ên Elîşêr û Zarîfeyan îro li çiyayên Kurdistanê bi biryardarî li ber xwe didin. Wan pêşengên xwe Elîşêr û Zarîfe ji bîr nekirine. Jibîrkirin li aliyekî, gerîla ji bo berxwedana Elîşêr û Zarîfeyan bidomînin, li ser serê çiyê strana azadiyê bi dengekî hê xurt dibêjin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.