Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Her tişt ji bo jiyaneke azad e

10/07/2018
in Uncategorized
A A
Her tişt ji bo jiyaneke azad e
Share on FacebookShare on Twitter

Gerîlayên doktor gotin, “Em hêza xwe, moralê xwe û serketina karê xwe ji hevaltiya PKK’ê digirin.”
Gerîlayên azadiya Kurdistanê di her warî de xwe birêxistin kirine û li çiyayên Kurdistanê bi jiyana xwe ya azad karê xwe bi rêk û pêk dikin. Li cem xebatên din Gerîlayên doktor ji bo hevalên xwe xebatên xizmeta tendurustiyê jî bi reve dibin.
DI KAR DE HEVALTÎ HEYE
Doktor Delal Arîn diyar kir ku di vî karî de ew hesta hevaltiyê bi awayekî kûr hîs dikin û wiha got, “Hesta me pir cuda ye. Di vî karî de mirov zêdetir hevaltiyê hîs dike. Dilsoziyeke cuda di navbera me û hevalên nexweş de çêdike. Hêz û îradeyeke mezin ava dibe. Em hem gerîla ne hem şoreşger in û hem jî kedkarên tenduristiyê ne. Bi hev re temsîlkirina van nasnameyan ji bo min rûmeteke mezin e. Ji bo şoreşê bikaranîna van nasnameyan mirov xurttir dike. Dema mirov hêz û baweriya hevalên xwe dibînin, berpirsyariya mirovan mezintir dibe. Em jî dixwazin layiqê vê bin.”
HEVALTÎ NIRXA HERÎ MEZIN E
Doktor Birûsk Dogan jî da zanîn ku, tişta herî girîng ew e ku ew hevalên xwe rizgar bikin: “Dema di qadên şer de heval birîndar dibin, armanca me ya yekemîn ew e ku em di serî de hevalên xwe ji rîska şehadetê xilas bikin. Ji bo me hevaltî beriya her tiştî ye. Hevalekî me yê doktor navê xwe Xebat hebû. Ew heval ji bo hevalekî birîndar biparêze bi xwe şehîd bû. Ev der jî qada Zagrosê ye, qadeke ku tê de her tim şer diqewime. Karê me yê sereke dermankirina hevalên birîndar e. Li gorî şert û mercan em hevalên xweş tedawî dikin.”
KEDA ŞEHÎDAN HÊZÊ DIDE ME
Doktor Delîl Tolhildan bal kişand li ser keda Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên tevgera azadiyê û wiha got; “Tevgera me bi keda Rêber APO û şehîdên me mezin bûye û hîmê xwe yê jiyanê jî ji keda wan digire. Ji ber vê yekê em hemû hêza xwe, vîna xwe ji vê rastiyê digirin. Hevalên me bi her qada jiyanê ve bi awayekî xurt girêdayî ne. Ji ber ku hevaltî ji bo hemû gerîlayan desteka herî mezin a manewî ye. Em jî di heman demê de ji hevalên xwe hêzê digirin û serketina me ya kar jî ji hevaltiyê tê.”
EM XIZMETA ŞOREŞÊ DIKIN
Doktor Aras Sîverek diyar kir ku, ew xizmeta şoreşê dikin û wiha got, “Armanca me ya yekemîn ew e ku em ji birînê hevalên xwe re bibin derman. Li qada Zagrosê ku her tim şer diqewime, em jî bi karê xwe destek didin hevalên xwe. Wekî gerîla em her tim têkoşîna xwe xurt dikin û ji bo jiyaneke azad dixebitin. Em ji vîna ku hevalên me nîşan didin hêzê digirin. Di navbera me û hevalên me de hesteke xurt çêdibe. Jiyaneke me ya kolektîf heye û em her tiştî par ve dikin.”
JI BO SIBEROJEKE AZAD
Gerîlaya doktor Devrîm Sozdar jî destnîşan kir ku karê wan ji bo siberojeke azad e û wiha got; “Tevgera me xwedî dîrokeke ji 40 salî ye. Bi derfetên gelekî biçûk xwe ava kiriye û niha jî xwedî gelek saziyan e. Caran em li nexwaşxanê hevalan tedawî dikin, caran diçin eniyan li gel hevalan, caran heval giran birîndar dibin, caran jî sivik. Armanca me ew e ku em hîn zêde ji bo tevgerê kar bikin. Têkoşînê hîn zêde xurt bikin. Ji bo jiyana azad, divê em hîn bêhtir kar bikin.”…ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.