Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Marîn buye cihê gelek şaristaniyan

10/07/2018
in Uncategorized
A A
Marîn buye cihê gelek şaristaniyan
Share on FacebookShare on Twitter

Gundê Marînê malovanî ji gelek şaristaniyan re kiriye û dîroka wê zêde nayê zanîn. Li vî gundî 7 dêr hene û hinek dêr hê jî li ser pêya ne. Li ser vî gundê dîrokî gelek çîrok û mîtolojî tên gotin. Niha wek gund xuya dike lê diyar e ku bajarekî mezin bûye. Li vir mirov rastî şopên destpêka mirovahiyê tê.

Marîn niha gundekî ji 22 malan pêk tê ye. 15 km li bakurrojhilatê navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê dikeve. Marînê yek ji bajarê herî kevn ê Mezopotamyayê ye. Bi demê re gelek caran dest guheriye. Marîna ku yek ji bajarê herî dîrokî û kevnare ye di roja meya îro de veguheriye şûnwarekî ji keviran ku bi piranî hatiye hilweşandin. Li bajarê ku xera bûye 7 dêr, serşok, keleh, qesr, zindan, saziyên desthilatdariyên berê yên wekî dadgehê û sûka bajêr hene.
Li vî bajarî Roma, Bîzans û Asûrî jiyane. Der barê dîroka vî bajarî û bermahiyên heyî de tu zanyareke tune ye. Bi hezaran şikeftên biçûk û mezin hene. Li ser dîwar û şikeftan hin nivîsên ku heta niha kêm ji wan ji aliyê gerokên hatine gund wergera wan hatiye kirin. Li ser şikeft, qesr, dêr, serşok û gelek berhemên din nivîs hene. Hin şikeft ji bo goran hatine bikaranîn lê ji aliyê welatiyan ve ev goran hatine hilweşandin. Ji ber ku Marîn di quntarê çiyayê Bagokê de ye, çem û kanî lê tune ne, bi tevahî teht û zinar e û ji bo pêdiviya avê jî bi sedan sarincên avê hatine çêkirin. Di heman demê de li ber her malê du û sê bîrên baranê ango sarinc hene. Dîsa çar sarincên mezin ku îhtimal e wekî bendav jî hatibe armanckirin ji bo avdana zeviyan û sewalan jî heye. Bi kevir û zinaran dîwar hatiye lêkirin û ser wan jî girtiye.
Xuya dibe ku li vê derê beriya mirovahî derbasî avahiyan bibe di van şikeftan de mane û piştre jî ji xwe re avahî çêkirine. Heke dîroka wê bê lêkolînkirin dibe ku derkeve holê ku dîroka şikeftên wê ji yên Heskîfê kevintir be. Nayê zanîn lê dixuye ku mirov bi salên dirêj di van şikeftan de jiyane. Hin şikeft hene ku bi hezaran mirov tê de bi cih dibin û di hin şekeftê mezin de bi keviran navber hatiye dayîn. Yek ji serşoka em ketin hundirê wê diyare ku di encama kolana teht û çiyê de hatiye çêkrin ji sê-çar beşen li pêy hev pêk tê.
KELEHA MARÎNÊ
Her wiha keleha Marînê ku piraniya wê hilweşiyaye jî rêya ku diçe kelehê jî di encama kolana tehtan de pêlik hatine çêkirin. Keleha Marînê ku bi navê Merdîs jî tê nasîn di kîjan salê de ji aliyê kê ve hatiye çêkirin agahî û zanyariyek teqez tune ye lê belê ji avahîsasiya wê tê texmînkirin ku aydê Bîzansiyan e. Keleh li ser zinarekî bilind hatiye çêkirin û dîwarên kelehê bi qasî hezar û 500 metreyî dirêj e. Dîsa bi 12 kûleyan hatiye destekkirin ku piraniya wan niha xira bûne.
TIM BUYE QADA ŞER
Avahiyên gund jî hemû ji keviran hatine çêkirin û hemû jî avahiyên dîrokî ne. Marîn, gund an jî bajarê dîrokî wekî dîroka xwe ya berxwedêr û her tim bûye qada şer û bi dehan caran dest guheriye di salên dawî de ji salên 80 û vir ve 4 caran hatiye valakirin. Niştecihên gund jî li derdorê bi cih bûne û carek din vegeriyane gundên xwe. Ji xwe gelek avihiyên dîrokî ku keleh jî di nav de ye ji ber gule û topbarana hêzên dewleta tirk ve xera bûne.
Marîn gelekî bêxwedî hatiye hiştin. Şikeftên vê herêmê yên ku ji mirovahiyê re malovanî kirine niha ji aliyê gundiyan ve ji bo armancên cuda tê bikaranîn. Hem tê de dijîn, hem amûrên xwe têde diparêzin û hem jî sewalên xwe têde xwedî dikin. Şikeft havînê hênik û zivistanê jî germ in. Di kêliyên wê germa zêde ya ku em li gund bûn, em hînbûn ku piraniya welatiyan di şikeftan de radizên û ji germahiya havînê xwe diparêzin û bêhna xwe vedidin.
Heta niha li ser Marînê lêkolîneke zanistî nehatiye kirin û xebateke erdkolî ango arkelojîk nehatiye kirin. Lê li gorî welatiyên gund dibêjin di salên dawî de ji Ewropyê lêkolîner hatine û ji Dêr Xerabê nimûne girtine û li Ewropayê dane lêkolînkirin. Di encama lêkolînê de derketiye holê ku ev dêr beriya 2 hezar û 300 salî hatiye avakirin. Dîsa li ser hin malên ku nivîs hene bi rêya wergêr hatiye xuyakirin ku hin ji wan beriya niha bi hezar û 100 salî û hin ji wan jî 800 sal berê hatine avakirin. Di heman demê de li ser malekê jî ev nivîs dinivîse; “Ev mala gavanê gund e. Ji aliyê gundiyan ve her malekê kevirek aniye û xerca wê çê kiriye.”
7 DÊR LI MARÎNÊ HENE
Heft dêrên li gund hene û hêj li ser pêyan in. Lê ji van dêran tenê navê Dêr Melk, Dêr Xerabê, Dêr Çapk, Dêr Seydk û Dêr Marg (Dêr Evgîn) ji aliyê gundiyan ve tê zanîn. Dêrên heyî li ser pêyan in. Lê xisarên mezin dîtine. Tenê yek ji van dêran Dêra Mor Evgîn di salên dawî de ji aliyê cemaeta asûrî-suryaniyan ve hatiye restorekirin û niha lê îbatet tê kirin. Dêra Mor Evgîn beriya niha bi hezar û 700 salî ji aliyê Rahîb Mor Evgîn û şagirtên wî ve hatiye avakirin. Perestgeh an jî Dêra Mor Evgîn li Quntarê Çiyayê Tûr Abîdîn e. Bi qasî 500 metroyî ji beriyê dûr e. Ev dêr jî ji şikeft û avahiyên hatine çêkirin pêk tê. Yek ji perestgeha herî dîrokî ya vê herêmê ye.

Rohat ARARAT/ Mêrdîn

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.