Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dagirkeriya Tirk qirkirinê kûr dike

10/07/2018
in Uncategorized
A A
Dagirkeriya Tirk qirkirinê kûr dike
Share on FacebookShare on Twitter

Li Efrînê dewleta Tirk a dagirker bi her awayî qirkirinê pêş dixe û dagirkeriyê kûr dike. Li cem kuştin, revandin, dizî û talanê, çand, xweza û dîroka herêmê jî tune dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê komkujiya xweza û dîrokê dikin.
Li gorî agahiyên çavkaniyekê ji gundê Badîna yê navçeya Raco a Efrînê ji ANHA’yê re ragihandî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca tunekirina dîrok û çanda herêmê, bermahiyên kevnar û şûnwarên gundê Sêwiya û deşta Kitixê yên girêdayî navçeya Mabeta didizin.
Heman çavkanî destnîşan kir ku leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wan beriya hefteyekê darên zeytûnan ên gundê Sêwiya li aliyê bakur û başûr ve hildikin û ji heman deveran gelek bermahiyên kevnar dizîn.
Li aliyê din artêşa Tirk û sê tabûrên çeteyan ên girêdayî wê (Tugaya El-Munteser Bîllah, Tugaya Mihemed El-Fatih û Ehfad El-Resûl) li deşta Kitixê li paş benzînxaneya Izzet dikolin û şûnwaran derdixînin û ber bi Tirkiyê ve dibin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha borî de jî devera kevnar a MarMaron a li gundê Beradê ya navçeya Şêrewa kolandin û gelek bermahiyên kevnar jê dizîn.
Hêzên Tirk ên dagirker ku armanc dikin dîrok û çanda Efrînê tune bikin, gelek herêm û deverên pîroz yên girêdayî Êzidiyan hilweşandibûn.
DARÊN ZETÛNAN DIŞEWITÎNIN
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Geliyê Tîra yê li ser rêya navçeya Raco ya Efrînê darên zeytûnan di nava 2 donim erd de şewitand.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê tevî komkujî, guhertina demografiya herêmê, komkujiya xwezayê jî dike.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora 2 hezar û 500 darên zeytûn, hinar û tirî yên şêniyên gundê Edama yê herêma Raco şewitandin.
Hate ragihandin ku çeteyan li gundê Eltaniye dest danîne ser zeviyê genim yê Abdulrehman Îsmaîl û Îsmaîl sirgunî Tirkiyê hatiye kirin, zeviyên wî jî hatine şewitandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.