Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em ê berxwedana xwe bidomînin

10/07/2018
in Uncategorized
A A
Em ê berxwedana xwe bidomînin
Share on FacebookShare on Twitter

Berxwedana welatiyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk li herêma Şehbayê bi cih bûn berdewam dike. Jinên Efrînê yên li kampa berxwedanê diyar kirin ku ew ê tevî hemû zehmetiyan jî têkoşîna xwe berdewam bikin da ku vegerin Efrînê.

Jinên Efrînê yên ku di kampa berxwedanê ya kantona Şehbayê de bi cih bûne û têkoşîna xwe dewam dikin, gotin: “Em tevî hemû zor û zehmetiyên jiyanê, berxwedana xwe kêlî bi kêlî dewam dikin. Em ê rojekê teqez vegerin ser axa xwe. Ji ber ku baweriya me bi şervanên me yên azadiyê heye.”
Di çarçoveya mijara berxwedana gelê Efrînê de li Kampa berxwedanê jinan nerînên xwe anîn ziman. Jina bi navê Nazliyê Mihemed axivî û got: “Dewleta tirk û hevkarên wê bi hovîtiya ku kirin ji Efrînê bi sed hezaran kes dan koçberkirin û bûn sedem ku jiyana xwe di bin çadiran de berdewam bikin. Lê dîsa tevî hemû zehmetiyan û astengiyên jiyanê ji bo ku em carek din vegerin Efrînê em ê têbikoşina dewam bikin.”Ji na bi navê Firyel Cimo jî bertek nîşanî dagirkirina Efrînê da û ev tişt got: “Erdogan û komên pê re bi êrîşên xwe nikarin îradeya Gelê Kurd bişkînin. Ji ber ku Gelê Kurd îradeya xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo digire. Em qebul nakin ku em di bin dagirkeriya dewleta tirk de bijîn. Em wek dayîk ji bo rizgarkirina Efrînê em ê xwe bikin top û di nav çeteyan de biteqîn. Bangawaziya min ji hemû Dewletên navnetewî re heye ku êdî bê dengiya xwe bidawî bikin û ji ber ku pêkanînên dewleta tirk ên li ser Efrînê mirovatî derbas kirine.”
Jina bi navê Zehira Salêh Ebdî jî bertek nîşanî dagirkirina Efrînê da û wiha got: “Tekoşîna gelê Efrînê ku li Şehba dide meşandin wê misogeriya rizgarkirina Efrînê bi xwe re bîne. Planên dewleta tirk û hevkarên wê li ser gelê kurd wê vala bên derxistin. Em ê bi hêza xwe û hêza şervanên xwe di demek nêz de vegerin Efrînê.”…JINNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.