Parêzerên çalakvana jin a Kurd Gulîzar Taşdemîr a ku dewleta Norwec ew teslîmî Tirkiyê kir, serî li DMME’yê dan.
Çalakvana jin a Kurd Gulîzar Taşdemîr di 4’ê Tîrmehê de ji aliyê Norvecê ve teslîmî Tirkiyê hat kirin. Parêzerên Gulîzarê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) dan. Daxwaza îlticayê ya Gulîzarê ya ku di 2015’an da ji Norveçê kiribû, bi gotina “Tu ne siyasî ye, tu vegerî Tirkiyeyê jî tu talûke tuneye”, hat redkirin. Gulîzarê di 2’ê Tîrmehê de ji Almanyayê anîn Norveçê û di 4’ê Tîrmehê de tevî kelepçeyê teslîmî Tirkiyeyê hat kirin.
Ji bo Gulîzara ku tê texmînkirin ku niha li TEM’a Stenbolê tê girtin, parêzerên wê bi hinceta ku ev helwesta Norveçê li dijî peymanên navneteweyî ye, serî li DMME’yê ya Strasbourgê dan.
Parêzeran ji Daireya Koçberan daxwaz kirin ku biryara derveyî sînor paş de bikişînin, destûra rûniştinê ya Gulîzarê bê dayin.
Cepheya Jinê, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Tora Rêxistinên Jinên Kurd, Ciwanên Azad nameyek hevpar şandin Wezareta Karê Derve yê Norveçê.
Di nameyê de helwesta Daireya Koçberan hat rexnekirin.
Hat daxwazkirin ku Wezareta Karê Derve bi nivîskî nameyê bibersivîne.






