Malpera internetê ya bi navê The American Prospect serweta malbata Barzanî ya li Amerîka ya bi riyên ne rewa bi dest xistiye, raxist ber çavan.
Malpera Internetê ya The American Prospect, qeyda serweta mala Barzanî weşand. Li gorî qeydên ku hatine weşandin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yek ji bikirên girîng yên şîrketa emlakê ye ku navnîşana olîgark, dîktator û siyasetmedarên ku ji welatê xwe serwetê didizin û li ser navê hevjîn, bira û xizmên xwe kar û barê xwe dike.
Li Amerîkayê bi navê Withers şirketeke emlakê heye. Taybetmendiyeke balkêş a vê şîrketê heye. Li gorî agahiya ku parêzerê emlakê yê Virgîniayê Dan Withers, dide şîrket dikare li ser malperê pereyan nîşan nede. Ji ber vê taybetmendiya şîrketê piranî dîktator û siyasetmedarên ku ji welatê xwe pereyan didizin wê tercîh dikin. Derket holê ku mala Barzanî jî di nava bikirên girîng yên şîrketê Amerîkayê ku navnîşana olîgarşî, dîktator û siyasetmedarên ku ji welatê xwe serwetê dizine de hene. Nivîskarê Malpera înternetê ya The American Prospect Zack Kopplin û Basma Humadi, ragihandin ku yek ji bikirên şîrketê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye.
Li gorî nivîsa ku Zack Kopplin û Basma Humadi weşandine, Nêçîrvan Barzanî kar û barê xwe yên li şîrketê li ser navê hevjîn, bira û xizmên xwe kiriye. Li gorî vê ev mal û milk li ser navê Barzanî wiha ne:
300 parçe erd li ser navê hevjîn, bira û xizmên Barzanî ne.
Ji milkan yek jê ji aliyê Nabîla Mûstafa ve dewrî Mottrom Trust hatiye kirin. Lê ev bixwe berûvajîkirin e. Lewre navê din ê Mûstafa Nebîla Barzanî ye. Nebîla Barzanî hevjîna Nêçîrvan Barzanî ye.
2 Milkên bi qasî 3 milyon dolarî li ser navê Jameel Sîndî ne. Sîndî ji bo kîrina milkê sêyemîn ê bi milyonek dolarî vekaletname daye parêzerê şîrketê Wîthers. Sîndî xebatkarê Nêçîrvan Barzanî ye
288 daîre li ser navê hevjînê xatiya Nêçîrvan Barzanî Salar Hakîm a rehmet kiriye hene.
Nêzî 100 milyon dolarî li ser navê apê Nêçîrvan Barzanî hene. (Nav nehatiye diyarkirin)
ANF