Komîna Şehîd Xebat ya li taxa Kornîş a Qamîşlo pirsgirêkên gel çareser dike û bi roleke sereke radibe. Hevserokên Komînê xebatên komînê nirxandin û diyar kirin ku tevî hemû astengî û kêmderfetiyan jî gel berê xwe didin komînê û komîn karê ku dive ser pêk tîne.
Komîna Şehîd Xebat ya li taxa Kornîş a Qamîşlo pirsgirêkên gel çareser dike.
Yek ji lingê sereke yê şoreşa Rojava jî komîn û meclîsên gel in. Civak li dora komînan tên cem hev, xwe perwerde dikin, nîqaş dikin û ji pirsgirêkên xwere çareseriyê dibînin.
Komîna Şehîd Xebat ya taxa Kornîş a Qamîşlo jî bi erka xwe radîbe û di warê çareserkirina pirsgirêkan û perwerde kirinê de roleke mezin dilîze.
Hevsrokên Komîna Şehîd Xebat xebatên komîna xwe nirxandin û diyar kirin ku tevî hemû astengî û kêmderfetiyan jî gel berê xwe didin komînê û komîn karê ku dive ser pêk tîne.
Hevserokê Komîna Şehîd Xebat Cewahir Ehmed diyar kir ku di destpêka avakirina komînê de wan hin astengî dîtin lê niha xebatên komînê heta astekê hatiye rûniştandin. Ehmed wiha axivî, “Erka ko

mînê ya sereke xizmetê ji gel re bike. Roj bi roj girêdana gel bi komînê re zêde dibe. Em ji hevserokan zêdetir xwe weke xizmetkarê gel dibînin.”
Cewahir Ehmed îşare
t bi astengiyên ku di karên komînê de derdikevin kir û wiha dewam kir, “Di destpêka avakirina komînê de zêde wate û girîngiya wê nedihat zanîn. Hinek kesan digotin ger ku ew tevlî komînê bibin weke ku tevlî partiyekê bibin. Wiha fêhm dikirin. Lê di rastiyê de komîn ya civakê ye. Hemû pêkhateyên civakê cihê xwe di komînê de digirin.”
Ehmed da zanîn

ku weke rojane ew ji saet 8’ê sibê heta 2’yê ber êvarê li komînê ne û xebatên xwe berdewam dikin.
Ehmed her wiha anî ziman ku ew kar û barên xizmetguzarî û paqijiyê jî dikin û bi şaredariyê re dibin alîkar. Ehmed bal kişand li ser çareserkirina pirsgirêkan jî û ev tişt anî ziman, “Em ji pirsirêkên avê heta elektrîkê, pirsgirêkên malbatî li gor derfetên xwe çareser dikin. Di vê derbarê de û di hin mijarên de em deh rojan carekê civînan jî ji gel re lidardixin.”
Ehmed di dewam axaftina xwe de da zanîn ku 160 mal girêdayî komîna wan e û bi giştî 35 kes jî endamên komînê ne. Komîn li gor sîstema xwe ya navxweyî rojane karên xwe bi rêxistin dike û dimeşîne.
Hevserokê Komîna Şehîd Xebat Cewahir Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li welatiyan kir ku li komînê xwedî derkevin û ji bo pêşxistina karê komînê piştgiriyê bikin û erka dikeve ser wan bi cih bînin.
Ji aliyê din ve Hevseroka Komîna Şehîd Xebat Ibtîsam Xelîl jî li ser kar û barên komînê axivî û bal kişand li ser rola jiyan ya di nava komînê de. Ibtîsam Xelîl diyar kir ku di destpêkê de jin zêde tevlî xebatên komînê nedibûn û wiha got, “Lê piştî ku jin tevlî xebatên komînê bûn û gelek tişt naskirin hê zêde li xebatên komînê xwedî derketin.”
Ibtîsamê bal kişand li ser perwerdeyên komînê û wiha dewam kir, “Li komînê perwerde bi rêk û pêk dewam dikin. Welatî tevlî van perwerdeyan dibin. Ev perwerde bandoreke erênî jî dikin.”
Hevseroka Komîna Şehîd Xebat Ibtîsam Xelîl di dawiya axaftina xwe wiha got, “Di komînê de komîteyên jin bi erka xwe radibin. Her wiha komîte serdana malbatan dikin û bi taybet vê dawiyê serdana malbatên Efrînî dikin. Ji aliyê din ve bi pirsgirêkên jinan re jî mijûl dibin.”
Gulbîn BOZO






