Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zîndana zarokan veguherî navenda perwerdeya zarokan

10/07/2018
in Uncategorized
A A
Zîndana zarokan veguherî  navenda perwerdeya zarokan
Share on FacebookShare on Twitter

Di encama êrîşên dagirkeriyê bi ser Kantona Efrînê de bi hezaran şagirt û xwendevanên Efînê ji perwerdeyê hatin qutkirin. Bi dehan dibistan jî hatin rûxandin. Li Şehbayî Komîteya Perwerdeya Civaka Demokrtîk KPC-Demokratîk xwe ji nû ve birêxistin kir û tevî herdu kampên Berxwedan û Serdem li tevahî navçe û gundên Şehbayê bi qasî 50 dibistanan vekir.
Yek ji wan deveran taxa Ehdas e. Avahiya dibistanê beriya 2011an weke Zîndana Zarokan “Sicin Elehdas” dihate naskirin. Di vê zîndanê de zarokên temen biçûk dihatin girtin. Gelek cureyên işkenciyan li wan dihate kirin. Di sala 2012an de rikberiya Sûriyê ku bi demê re vegurî komên çete dest danî ser zîndanê. Zîndan di serdema çeteyan de weke navend û qerargeheke kuştinê dihate bikaranîn. Niha jî KPC-Demokratîk ew zîndana zarokan ji navendeke hebiskirinê veguherandiya navendeke fêrkirin û zanistê.
Derbarê vê mijarê de Endamê Rêveberiya Dibistana Ehdas Abdulrehman Sîdo ev nirxandin kir: Dewleta dagirker a Tirkiyê di serî de dibistan û avahiyên perwerdehiyê kirin hedefa balefir, tang û topên xwe. Armanca wê hilweşandina sîstema demokratîk a perwerdeyê bû. Sîdo derbarê avahiya dibistanê ku berê zîndana zarokan bû got: Berê di vê avahiyê de mejiyê zarokan dihate têkbirin û mirov li gorî daxwaza rejîman dihatin afirandin. Niha em li vê avahiyê li gorî zihniyeteke azad mirovan ava dikin. Li şûna hebiskirinê, em mirovan bi zanist û perwerdeyê ber bi jiyaneke azade ve difirînin.
Ji aliyê xwe ve mamoste Rojîn Çawîş got ku em li şûna işkence û zîndankirinê zarokan li vê navendê fêrî zimanê dayîk dikin. Derbarê sîstema perwerdê û zehmetiyan de Çawîş ev tişt anî ziman: Di dibistana Ehdas de ji refa yek heya refa 12 zêdeyî 150 şagirtan dixwînin. Di van refan de metiryalên zanist, wênexîzî, spor, metamatîk, çand û exlaq, jineolojî, zimanê Kurdî û Erebî tên dayîn. Mamosteya dibistana Ehdas dawiyê de got ku ew ji ber rewşa dagirkeriyê gelek êş û zehmetiya dikişînin. Lê tevî vê yekê jî ew ê bi şagirtên xwe re xwedî li zimanê dayîkê derkevin… Şîlan-Ikbal

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.