Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PKK nûnertiya gelên bindest dike

10/07/2018
in Uncategorized
A A
PKK nûnertiya gelên bindest dike
Share on FacebookShare on Twitter

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li ser êrîşên dewleta Tirk û daxuyaniyên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk li dijî hemû Kurdan şer dike û got, “ PKK nûnertiya hemû gelên bindest dike. Daxuyaniyên hikûmeta başûr êrîşên dewleta Tirk rewa dike.”

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi sedan sale ji bo ku desthilatdariya xwe dewam bike, dijminahiya gelê bindest û azadîxwaz dike û got; “Daxuyaniyên hikûmeta Başûr êrîşan rewa dike.”
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li ser qirkirin, êrîşên dewleta Tirk û daxuyaniyên dawî yên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ger ji destê dewleta Tirk were wê nehêle gelê Kurd serê xwe rake, ev siyaseta wan ya bi salan e û dewam dike.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di dewama daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got; “Ev demeke dirêje dewlet aTirk bi rengekî veşartî êrîşê destkeftiyên gelê Kurd dike, bi rêya çeteyên DAIŞ’ê êrîş dikir. Alîkarî dide çeteyan û bi ser gelê mede dişîne. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê li hemberî hêzên Kurdan binketin, êdî dewleta Tirk bi xwe ket nava tevgerê. Piştî ku êrîşê Efrînê kir, derba herî mezin li wir xwar. Bi hemû hêza xwe nekarî li hemberî şervanan li ber xwe bide û bi binket.”
Meclîsê di dewama daxuyanî de balkişan ser êrîşên dawî yên ser Başûrê Kurdistanê û daxuyaniyên Hikûmetê û got; “Dewleta Tirk ne tenê şerê PKK’ê dike, şerê tevahî gelê Kurd dike. Dewleta Tirk gelek caran diyarkiriye ku ew nahêlin gelê Kurd bigihin mafê xwe, lê tişta ku em îro pê di êşîn nêzîkatiyên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye. Daxuyaniyên li ser çapemeniyê tên kirin êrîşên dewleta Tirk rewa dikin. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî weke dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd sûc dike. Ev 40 sale PDK piştgiriya dijminên gelê Kurd dike. PDK’ê doza Kurd daye aliyekî, ji bo ku di dîrokê de PDK nekeve rûpelekî reş de divê nêzîkatiyên xwe sererast bikin.”
Herî dawî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê piştgiriya xwe ya ji bo gelê Başûrê Kurdistanê anî ziman û got; “Em wek Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi tu awayî wateyê nadin nêzîkatiyên PDK’ê û napejirînin. Em wek gelê Şengalê heta dawî piştgiriya gelê xwe yê li Başûrê Kurdistanê dikin. PKK temsîla hemû gelê bindest dike û ji bo wan têdikoşe. Em bang li hemû hêzên navnetewî dikin ku li hemberî vê rûreşiyê bêdeng nemînin. Ji ber ku dewleta Tirk sucê mirovahiyê dike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.