Komîteya Tenduristiyê ya bajarê Reqayê kar û xebatên xwe bê navber berdewam dike, hewl xebatên xizmetê yê tenduristiyê baş bike.
Komîteya Tenduristiyê dema ku bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, hate avakirin. Ji ber wêrankariya çeteyên DAIŞ`ê binesaziya xizmetên tendurustiyê jî têk çû.
Komîteya Tenduristiyê yek ji komîteyên girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ye. Armanca wê ew e ku xizmeta tenduristiyê baş bike û pêwîstiyan welatiyan bi cih bîne.
Piştî ku bajarê Reqayê bi temamî hat rizgarkirin komîteyê dest bi xebatên xizmetên tendurustiyê kir.
Komîteyê her wiha gelek navendên tenduristiyê li bajarê Reqa û gundewarên wê vekirin. Her wiha dest bi sererastkirina nexweşxaneye El-Wetenî ya dikeve navenda bajêr kir.
Komîteyê kar û xebatên dermanxaneyên bajar kir û ruxset da wan. Ji ber ku navendên tenduristiyê li bajar tune ne, dest bi avakirina navendan kir. Heta niha 16 navendên tenduristiyê li navenda bajar û gundewarên wê hatine vekirin û gelek yekîneyên gerok di nava gundan de destwerdanên lezgîn dikin.
Heyva Sor a Kurd navenda xwe li ser rêya El-Cezra vekir. Li navendê nexweşiyên hundirîn, jin û zarok têne dermankirin. Navendeke tenduristiyê jî di nava gundewarên rojava de digere û yeke din jî li bajarokê El-Karamê digere û pêwîstiyên tenduristiyê yên xeta rojhilat bi cih tîne.
Komîteyê 5 hemleyên aşlekirinê dest pê kirin. Ji gundewarên wê dest pê kir heta ku gihaşt bajar. Di bajar de jî du hemle hatin destpêkirin. Ew cara yekê ye ku piştî 3 salan hemleya aşlekirinê li bajar hate destpêkirin.
Komîteya Tenduristiyê li bajarê Reqayê ruxset da 6 nexweşxaneyên taybet ku 2 ji wan li gundewarên Reqayê ne. Her wiha nexweşxaneya zayîna jinan hate vekirin. Di wê nexweşxaneyê de beşa taybet a zarokan heye. Hemû pêwîstî û xizmetên tenduristiyê dide zarokan.
Piştî ku gelek nexweşxane li bajar hatin vekirin, ji ber vê yekê pêwîstiya wan bi banka xwînê heye. Komîteya Tenduristiyê banka xwînê li navenda Seyf El-Dewle vekir. Di hundirê bankê de navenda aşlekirinê û navenda nexweşiya tilasmiya jî heye. Li wê derê 177 zarokên ku xwîna xwe diguherin hene û bê pere têne dermankirin.
Gelek projeyên komîteyê ji bo pêşerojê hene. Ji wan yek ji nûve sererastkirina aliyê bakur ji Nexweşxaneya Wetenî ya giştî, navendên kar dest bi sererastkirina nexweşxaneyê kirine. Her wiha wê kadroyên Tenduristiyê ji bo nexweşxaneyê werin diyar kirin û dema ku kar û xebatên sererastkirinê bi dawî bibin wê nexweşxane were vekirin.
Li gorî berpirsan wê kar û xebatên sererastkirinê di nava 3 mehan de bi dawî bibe. Ev ji bo welatiyan pêngaveke girîng e ji ber ku hemû nexweşxane ji ber şer xira bûne.
Komîte kar û xebatên tenduristiyê li hemû bajar û gundewarên wê berdewam dike.
Serokê Komîteya Tenduristiyê Ehmed Îsmîl diyar kir ku ew gelek zehmetiyan di aliyê tenduristiyê de dibînin. Îsmaîl destnîşan kir ku pirsgirêka wan ya sereke ku nexweşxaneyên giştî tune ne û tekez kir ku heger Nexweşxaneya Wetenî ya giştî neyê vekirin wê gelek kêmasî di aliyê tenduristiyê de çêbin.
Di dawiyê de Îsmaîl da zanîn ku divê hemû pêwîstiyên tenduristiyê yên welatiyan bi cih werin anîn û got, “Ji ber ku bajar piştî hatiye rizgarkirin û şêniyên bajar roj bi roj li bajarê xwe vedigerin…ANHA






