Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şer û PDK

20/03/2022
in Uncategorized
A A
Şer û PDK
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Kurd bi kelecaneke mezin cejna Newrozê pîroz dikin. Koalisyona faşîst ya Erdogan-Bahçelî di her qada jiyanê de êrişî gelê Kurd dike. Kêr danîne ser stûyê HDPê Texmîn tê kirin ku li ser daxwaziya Bahçelî bê girtin. Ev hevalbendên faşîst dizanin bi riyên normal wê hilbijartinê winda bikin, dixwazin berî hilbijartinê Kurdan bêrêxistin bihêlin. Yên desthilatdariyê diyar bikin Kurd in. Kurd kilîd in.

Li Tirkiyê krîza aborî û siyasaî kûr dibe. Digel her rêbaza zordestiyê Erdogan nikarî Kurdan bêdeng bike. Kurdan bi pêşengiya jinan 8ê Adarê meydan zindî kirin. Diyar kirin ku wê serî daneynin. Niha jî sekna Newrozê nîşan didin. Li Kurdistanê êdî Newroz roleke ji geştê, cejnê û serhildanê wêdetir dilîze. Li her çar parçeyên Kurdistanê ku dagîrker dixwazin destkeftiyên wan bistînin û êrişên tinekirinê li ser wan in, Kurd dibêjin em li vir in û em rê nadin we. Herwiha wateya azadiya Rêber Apo jî li Newrozê hatiye barkirin. Meşeleya Mezlûm rakirî ber bi ciyên bilindtir ve dewam dike.

Gelek kes mereq dikin, dibêjin dewleta tirkî ku destûrê nade kombûna çend xwendekaran û daxuyaniya çapemeniyê çawa destûra Newrozê dide. Ev rêveberiya faşîst ji başiya xwe destûrê nade. Çapemeniya faşîst dixebite ku meydanên bi milyonan hatîn dagirtin nîşan nedin. Eger gel ne li ser piyan bûya wê ew jî ji bo xwe serkeftin hesab bikiran. Lê derketina Kurdan ya meydanan wan bêdeng dike. Ji ber ku dibînin wê nikaribin bi qedexeyê pêşiyê bigirin, neçar dibin qebûl bikin.

Li aliyê din dinya bi Ukrayna ve mijûl e. Amerîka û welatên Rojava ji bo lewazkirina Rûsya kampanyayeke hevbeş dimeşînin. Rûsya jî dixebite ku Ukrayna bîne ser riya xwe û NATO pirtir nêzîkî sînorê xwe neke. Faturayeke giran ya vî şerî derdikeve holê. Pişt re jî welatekî wêran û bi hezaran windayî. Jixwe ka wê kengê ev şer biqede jî ne diyar e. Tirkiye dixebite ji vê krîzê sûdê bigire. Diyar e ku di warê aborî de pir bibandor bûye. Erdogan dixebite ku vê krîzê ji bo êrişa ser Kurdan bi kar bîne. Erdogan gazî Nêçîrvan Barzanî kir. Pişt re Li Mûnîhê Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî bi wezîrê şer Hulusî Akar re rûniştin. Li Antalya jî Nêçîrvan Barzanî û Erdogan bi hev re rûniştin. Naveroka van hevdîtinan ji aliyê Barzaniyan ve nehat eşkerekirin. Lê aliyê Tirkan eşkere kir. Gotin wê PDK jî tevlî plana êrêşa ser PKKê bibe û em ji wan memnûn in.

Dinya dikele. Dewleta tirkî dixebite ku dawaiyê li destkeftiyên Kurdan û hebûna wan bîne. Gerîla û Kurd jî di berxwedanê de ne û li hemebrî êrişan amadekariya xwe dikin. Her kes dişopîne û dizane ku, dewleta tirkî wê vê biharê îro-sibe di serî de başûrê Kurdistanê êriş bike. Par digel êrişan giran encama xwestîn bi dest nexistin. Digel ambargoya PDKê û dorpêçkirina gerîla bi ser neketin. Ji ber wê dewleta tirkî dixwaze PDK yekser tevlî şer bibe. PDKê ji vê re negot na. Wêsa xuya dike ku wê di rojên pêş de PDK pêşmergeyên xwe tevlî êrişa ser gerîla bike.

Rêveberên PKKê û fermandarên HPGê bi israr gotin em şerê di nava Kurdan de naxwazin û ti pirsgirêka me jî bi PDKê re nîne. Gotin ji bo çareseriya pirsgirêkan em ji bo diyalogê amade ne. Li her aliyê Kurdistanê gel gazî PDKê kir, gotin bila ji bo dijmin xwîna Kurdan neyê rijandin. Rewşenbîr û hunermendên Kurdistanê gelek daxuyanî dan, ketin nava hewldanê. Gotin wê her kes ji şerê nava Kurdan zererê bibîne û wê bibe felaketa Kurdan. PDKê negot, ez li cem dewleta tirkî tevlî şer nabim. Birêz Mesûd Barzanî berî hingê soz dabû Kurdan ku careke din birakujî çenebe. Gel dixwest careke din wê sozê ji devê wî bibihîze. Ku wisa bibûya wê tansiyon daketa û Tirk jî evqasî bi PDKê ve mijûl nedibûn. Lê deng ji Mesûd Barzanî derneket. Ji ber wê wisa xuya dike ku wê PDK tevlî vî şerê bêoxir bibe. Digel ku PDKê gerîla dorpêç kir û istixbarat da dewleta tirkî ket zorê û di şer de pêş neket. Ji ber wê bê desteka Kurdan Tirk li hemebrî Kurdan bi ser nakevin. Ev di dîroka wan de gelek caran hatiye dîtin. Ji ber wê di vê demê de ku Kurd di rewşeke krîtîk de ne û dema diyarkirina çarenûsa xwe ye, divê PDK neb e xencera ji pişt ve.

Divê Kurd bizanin ku, eger pêşiya PDKê neyê girtin û tevlî vî şerê bêoxir bibe hem wê windayiyên wan giran bin hem desteke ji dinyayê girî winda bike. Rewşenbîr û welatpêrêzên Kurdistanê jî divê cidiyeta mijarê bibînin. Daxuyaniyên PDKê yên heta niha dagîrkerî û êrişên Tirkan rewa kirin. Niha jî dewleta tirkî ji bo siyaseta qirkirinê dixwaze Kurdan bi hev bide şkandin. PDKê jî jê re gotiye erê.

 

Post Views: 39
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)

14/06/2025
Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.