Darîn Silê/Qamişlo
Gelê bajarê Qamişlo, herwiha bajar û herêmên din yên bakur û rojhilatê Sûriyê ji ber bihabûna nanê siyahî, nêzî heftiyekê ye rastî kirîza bihabûna nan tên. Ard biha bûye û kîsê nan ji hezar û 200 lîreyan gihîştiye hezar û 500’î.
Nanê siyahî li kêleka nanê temwînê dibe alîkar. Gelek jê ji ber ku nanê temwînê ne zêde baş e, nanê siyahî bi kar tînin. Ev nan ji ardê spî yê zîro tê çêkirin. Lê nanê temwînê bi tevlîkirina ardê reş û yê gariş çêdibe. Ji ber wê jî pirani nanê siyahî ji yê temwînî pirtir bi kar tînin. Li bajarê Qamişlo ev nan rojê ji aliyê çend firûnan ve tê derxistin, lê van rojan bihabûna ardê spî bûye sedema bihabûna kîsê nan.
Li ser mijarê welatiyên bajarê Qamişlo, xwediyê firûna Sîtî ya nanê siyahî û Hevserokê beşê Pêşjiyanî ya kantona Qamişlo nêrînên xwe ji me re anîn ziman.
`Her tişt biha bibe jî pêwîst e nan biha nebe`
Welatiya bi navê Fatma Hecac ya ji bajarê Qamişlo diyar kir ku nanê Siyahî bihayê wî li ser wan pir giran e û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku adeya nanê temwînî ne zêde baş e û rojane nayê peydekirin em neçar dibin ku nanê siyahî bi kar bînin, da ku em pêdiviya rojane peyda bikin. Niha jî ev nan pir biha bûye, em neçar in bi vê bihabûnê jî bi kar bînin. Em rojê bi şeş hezaran nan dikirin. Çimkî kîsek nan têra malbatekê nake. hin malbat hene jimara wan gelek e, ancex bi sê yan çar kîsan roja xwe biqedînin. Ji bilî nan gelek pêdiviyên din ji malê re pêwîst dibin. Eger her tişt biha dibe, pêwîst e nan biha nebe. Çimkî di malê de nan madeya sereke ye.”
Fatima di dawiyê de got eger bihayê nan wisa bimîne êdî welatî wê nikaribin nanê xwe peyda bikin, herwiha bang li rayedarên pêwendîdar yên Rêveberiya Xweser kir ku çareseriyê peyda bikin.
`Şerê navbera Ukrayna û Rûsya bû sedema bihabûna nan jî`
Xwediyê firûna Sîtî ya nanê siyahî Hozan Mehmûd sedema bihabûna nan ji me re eşkere kir û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Sedema bihabûna nanê siyahî ard e. Ji ber şerê navbera Ukrayna û Rûsya ardê spî (zîro) biha bûye. Berê me yek ton ardê spî bi 420 dolarî dikirî, lê niha em bi 560 dolarî peyda dikin. Bihabûna ard nebûye sedema bihabûna nan tenê, bûye sedema kêmbûna wî jî. Ji ber wê jî berhemê nan li herêmên me kêm bûye.”
Hozan got, ji ber bihabûna ard me bihayê kîsê nan jî bilind kir û wiha pê da çû: “Piştî bihabûna ard û têkîliyên me bi rêveberiya pêşjiyanî re bihayê kîsê nan ji hezar û 200’î bû hezar û 500 lîre.”
Hevserokê beşê pêşjiyanî ya kantona Qamişlo Remedan Hisên jî derbarê kirîza nan û bihabûnê de wiha axivî: “Piştî şerê navbera Ukrayna û Rûsya di herêmên me de jî kirîza nan derket. Çimkî ardê nanê siyahî piranî ji Ukrayna dihat. Vî şerî bandoreke aborî li me tevan kiriye. Wek rêveberiya pêşjiyanê me bi yekîtiya firûnên nanê siyahî re civînek li dar xist di encamê de biryareke demî ji bo nan hat dayîn. Em neçar bûn ku nan biha bikin da ku firûn neyên sekinandin û em nekevin kirîzeke din. Nanê siyahî alîkariya nanê alî dike. kesê ku nanê alî bi dest wî nakeve yê siyahî bi kar tîne.”
`Hewldana avakirina kargeheke nû ji bo kontrolkirina ard`
Remedan Hisên di dawiya axaftina xwe de got, Rêveberiya Xweser hewl dide ku di vê salê de kargehên taybet ji bo kontrolkirina ard ava bike, da ku gel bi rehetî nanê xwe peyda bike û kirîza nan çareser bibe.