Bi dehan partî, sazî û dezgehên kurdî ji bo Newroza 2022’yan daxuyaniyeke hevpar dan û gotin “Bila Newroza sala 2022’yan, bibe çepera yekîtî û tifaqa navxweyî. Dem dema serkeftinê ye.”
Bi dehan partiyên siyasî, sazî û dezgeh û rêxistinên civakî ji bo Newroza îsal daxuyaniyeke hevpar ya nivîskî dan.
Daxuyaniya hevpar wiha wiha ye:
“Di dîroka Kurdistanê de, berî 2634 sal berê bi serhildana Kawayê Hesinker, zordestî û zilma Dahakê tê bidawîkirin û li ser çiyayên Kurdıstanê agirê azadiyê tê hilkirin û geşkirin. Ji wê rojê heta îro di nav gelên Kurdistanê de Newroz wekî cejna azadî, rizgarî, berxwedan û serhildanê hatiye pênasekirin. Kurdistanî û bi taybetî gelê Kurd her sal roja 21’ê ̂ Adarê cejna Newrozê pîroz dikin û vê rojê agirê Newrozê berz dikin. Ji ber vê egerê li cem Kurdistaniyan, Newroz bûye roja berxedanê, roja serkevtina, roja rizgarî û azadiyê.
Newroz li ser bingehê têkoşîna li dijî bindestîyê pêk hatîye. Newroz li dijî zulmê, koletîyê, dagirkerîyê, kolonyalîzmê û bindestîyê bûye sembola rizgarî û azadîyê. Li dijî faşîzma dewleta Tirk Kawayê hemdem Mazlûm Doğan roja 21’ê Adara 1982’an de bi sê darikên Kifrîtê bejna xwe kir agirê azadî û berxwedanê. Ala Kawayê Hesinker, ala azadiyê li paytexta Kurdistanê, li birca Amedê daleqand û agir geştir kir. Ev agir li seranserê Kurdistanê li serê çiyayan, li zozanan, li gund û bajaran geş bû. Îro jî hemû Kurdistanî vî agirê azadiyê li seranserê Ewropa, li parzemînên Emerika, Esya û Ewistralyayê dane geşkirin û wê di vê Newroza sala 2022’an de jî ev agirê azadî, serhildan û berxwedanê ji alî partiyên siyasî, rexıstinên sivîl û pêkkhateyê gelê Kurd ve li heman parzemînan bê geşkirin.
Îro gelê Kurd, li her çar parçeyên Kurdistanê Newroz kirine şahîyeke mezina gelêrî û roja azadî, rizgarî û berxwedanê. Gelê Kurd, dîsa Cejna Newrozê li seranserê Kurdistanê û li hemû parzemînên Cîhanê herwekî naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadîyê bi coşeke mezin pîroz dikin. Gelê Kurd, bi têkoşîna xwe ya bê hempa, li serê çiyayan li gundan, li bajaran, li zîndanan, li her cih û warê jîyanê Cejna Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadîyê.
Îro li seranserê Kurdistanê agirê Newrozê gurtir û geştir e. Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi rengekî fermî tê pîroz kirin. Li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jî di gel hemû astengiyên dagirkeran, bi wateya xwe ya dîrokî tê pîrozkirin û agirê rizgarî û azadiyê gurtir tê hilkirin û geşkirin.
Em hemû partiyên siyasî, rêkxiraw û dezgehên Kurdistanî, bi vê bîr û bawerîyê, Newroza hemû Kurd û Kurdistanîyan bi dilgermîya neteweyî û niştimanî pîroz dikin.
Bila Newroza vê salê, ya sala 2022’yan bibe çepera yêkîtî û tifaqa navxweyiyê. Dem dema serkeftinê ye.
Newroz pîroz be.”