Newroz çi ye? Kulîlka derdikeve û tava rojê ye. Sekna jiyanê ye, vebûna rengaleya xwezayê ye û dayîna xwînê ye, ji tevayiya rayên jiyanê re. Va ye PKK jî wisa ye. Bi rastî jî PKK partiyeke Newrozê ye.
PKK partiya xwînê ye ku dimeşe ber bi jiyanê ve. Eger di xwezaya vejînê de tiştek hebe hilkeftina wê, şînbûn û vebûna kulîlkbûnê ye. Lê yek jî di van rojên Newrozê de bagerên sexte hene. Carna kulîlkan jî dierçiqînin, tovên şîntayiyan ku li ber tamgirtinê ne dişewinin. Ev jî di nava me de hene. Ma em hindik dibin, zemînê erçiqandina tovên vejînê?
PKK ku partiya Newrozê ye çendî di cih de ye, çendî jiyanî ye û çendî ravekar e; dîrok û rojaneya wê jî erçiqandin, ewqas raste.
Em bi van zagonan, wan kurmikên di hundirê dara azadiyê de perîşan dikin
Me tenê bi vê bawerî anî: “Çi zagon nikarin raserê zagonên jiyana azad bibin xwedî hêzekê. Hêza herî mezin, zagona jiyana azad e.” Di derketina me ya yekem de, me got: Zagona herî mezin viyana jiyana azad e. Bi hemû aliyan ve nebe jî, ya ku serketiye ev e. Ên ku dibêjin zagonên mirinê yên herî hêzdar in û van zagonan bi xwîn rijandinê her roj disepînin, bi qasî zagonên dijmin ên mirinê yên li ber çav, yek jî zagonên xayîn û nenasên azadiyê ne. Yek jî zagonên rizî, nebûne yên xwe, xwe pênase nekirine. Zagonên margîseyan (bûkalemûn).
Me li van salan ev zagon e çespand. Me dît ku ev zagon zagona herî hêzdar e. Bi taybetî em li hember Tirkiye ku digot, ‘eve qet nikare bê gotin û yên ku bibêjin serê wan diçe’ tenê bi qulkirina vê zagona weke zirx ve neman, em wê parçe parçe dikin, a xayînan jî. Êdî em bi van zagonan, wan kurmikên di hundirê dara azadiyê de perîşan dikin…
Ji niha şûn ve her roj Newroz e
Ji Kawa’yê Hesinkar heya Mezlûm’an gelek şervanên azadiyê yên esîl hene. Em ji Helaci Mensûran bigrin heya Pîr Sultanan, heya Nesîmiyê ku li Sîwasê hate şewitandin, hemû şervanên azadiyê yên vê axê ne. Lê bi rastî jî di kesayeta Tirkiyê de serdestên ku herî dawî, bi zagonên bê wijdan kar dikin. Ew di nava şerekî mezin de ne. Lê me di vî şerî de cihê xwe baş girt.
Careke dîtir bi mirovahiyê ve li vê derê jiyana azad û dîroka azad destpê kiriye. Ji vê dergûşiyê re şahidîkirin û dilsoz mayîn, ji bo me pir balkêş bû û îro van em anîne vir. Ez bextewer im, em di nava pîrozahiyeke rast de ne.
Dema me destpê kir, me axaftineke wiha kiribû: ‘Ji niha şûn ve hemû roj Newroz in. Di van 25 salan de bi rastî hemû sal rojên Newrozê ne. Soza me ev bû, me vala dernexist. Lê ya ku zaliman diçespandin êş, îşkence û perçiqandin jî hebûn. Gelek mirov bi her cure teknîk, çek û îşkenceyê şewitandin. Emê çawa li bîranîna yên ku hatine şewitandin xwedî derkevin? Hêza tolgirtina PKK’ê; Zekiye, Zîlan, Ronahî weke ku bûn pakrewanên mezin ên van rojan, di bingeh de, ji bo gihîştina pirsa jiyana azad çawa ye, em li kiryar û gotina wan dizanin…
Ev Newroz bi qasî ponijandina herî dijwar ku dikare li hember her cure şerî tebat bike û bi ser bixîne tûjbûn e. Dinêre fêm dike, dimeşe çêdike, li pey serketin tê. Di PKK’ê de afirandina şervanan xebateke pir xweşik e. Van hemûyan bi ew hinek peyvên ku hun tim dubare dikin na, ji gotinê jî wêdetir, ez dadikevim puxteya wan. Ne rizgarkirina rojekê, bi qasî ku destpêk û dawiya mirov dike yek, ji karê viyan û afirandina mirov re mijûl dibim. Felsefeya vê çawa ava bûye? Ê ku dixwaze dikare ji vê felsefa wê binivîse û derxîne. Ê ku dixwaze siyaseta wê, yê ku dixwaze zanistiya leşkertiyê, yê ku dixwaze hunera wê, yê ku dixwaze estetîka wê dikare derxîne, her tişt heye. Em hemûkan dikin yek.
Li ba min rastî dijîn, li ba min xweşikî dijîn, li ba min di şer de serketin, di jiyanê de evîn dijî.
Fermana herî mezin, rêpîvana çirûska hestê ye ku di mezinahiya ramana rast de ye. Bi qasî leza roniyê lezdar e û takekesê/a ku xwe bi tev de kiriye enerjî. Em hewl didin ku vê biafirînin. Ji bo vê ez dibêjim: Hinek ji we dixwazin ku bi me re bin. Ez dibînim ku bi me re ji partîbûnê û artêşbûnê re bixwestek in. Li vir polîtîka û leşkertî di leza roniyê de kar dike û sînorê herî dawî yê çêkirina nû ye. Taybetmendiyekê roniyê jî sotîner û ronîker e. Hûnê bibêjin ku “Ev şêwaz hetanî niha nehatiye sepandin.” Lê şêwaza koletiyê ku em dijîn jî, li ti derî nehatiye sepandin. Ji vê koletiyê re tenê ev şêwaz dikare bibe bersiva bandordar. Wekî din çare tune. Min hemû pirtûkên mirovatiyê vekola û encama “derman ev e” derxist. Divê hûn fêmbar bin. Divê em di ronahiya wê ya sotîner de bijîn…
Wek gelekî azad di nava vî welatî de, êdî hûnê hesabên jiyanê bikin
Zîlan yek salî bû, çawa ponijî(fikirî)? Egîd, qet ne xwedî ezmûnên şer ên 15 salan bû. Du salî bû, çawa ponijî? Nivîsandinên ku kirine, tam rojaneya gêrîlayî ne. Kirinên wî jî di mercên herî zor de pratîka gêrîla ye. Tê wê wateyê ku zêde eleqeya vê bi ponijîn û perwerdeyê tine ye. Bi durûstiyê, biryardarî, jidilbûnê, karê ku dike bi hestên bilind û azwerî girêdanê re têkîliya xwe heye. Bi vê asta perwerdehiyê, bi van ezmûnan hûn dikarin hezar qetê Zîlan û Egîd rol bileyîzin.
Jixwe êdî ew bangawaziyek in. Hûnê ber bi bangawaziya wa ve baz bidin û divê bi misogerî dilsoziya bîranîna pakrewanên PKK’ê wisa bê fêmkirin.
Şer, di heman demê de ji bo evîna mezin e… Cihê ku egîdî lê heye, têkîliyên pîroz, hezkirin û evîn pêk tên. Partîbûn, ji bo artêşbûna mezin e. Artêşbûn ji bo têkneçûnê, ji bo têkbirinê ye. Ev hemû ji bo axên ku hatine strandin, evîna jiyana şervanên azadiyê yên herî mezin, ku careke din bêne binavkirin û ji bo temsîla wan e.
Wek gelekî azad di nava vî welatî de, êdî hûnê hesabên jiyanê bikin. Hûnê bi misogerî nava malê bixemlînin. Hûnê xwedîti bikin li nirxên xwe. Ev der cihê vê pakrewanî, ev der cihê vê xweşikê, li vir li gor vê rêpîvanê tê jiyîn. Gava ku xayînek an jî dizek hat, mirov wisa li hember dertê. Ji giyanê heya ramana wê, ji zagonê heya siyaseta wê tev hatine diyarkirin.
21 Adar 1998/Rêber Apo