Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KNK: Bila Newroza 2022’yan bibe çeperê yekitî û îtifaqa navxweyî

19/03/2022
in Uncategorized
A A
KNK: Bila Newroza 2022’yan bibe çeperê yekitî û îtifaqa navxweyî
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan-Qamişlo
Bi boneya Cejina Newrozê Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî Newroz pîroz kir û têde ragihand ku divê Newroza 2022`an bibe çeperê yekitî û îtifaqa navxweyî û serkeftinên mezintir.
Daxuyaniya KNK`ê wiha ye:
“Di dîroka Kurdistanê de, her dem Newroz xwedî cihekî diyar e. Newroz roja berxedanê ye, Newroz roja serkeftina li hember zulmê ye, Newroz cejna azadiyê ye. Newroz li ser bingehê têkoşîna dijî bindestiyê pêk hatiye. Li dijî zilmê, koletiyê, dagîrkeriyê, kolonyalîzmê û her reng bindestiyê bûye sembola rizgarî û azadiyê.
Îro gelê Kurd, bi keda xwe ya salan û bi bedelên mezin, Newroz kirine şahiyeke mezin ya gelêrî û roja berxwedanê. Gelê Kurd, Newrozê li seranserê Kurdistanê û li meydanên dîasporayê dîsa herwekî naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadiyê pîroz dikin. Kurdan, Newroz di têkoşîna xwe ya her alî da, li gundan, li bajaran, li zîndanan, li her cih û warên jiyanê de, Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadiyê. Her çend gelek miletên din yên hermê jî, Newrozê weke cejna xwe dibînin û pîroz dikin, lê Kurdan bi berxwedan û têkoşîna salan naveroka Newrozê ya berxwedan û azadiyê ji nûve derxistin holê û li cîhanê dane naskirin. Îro di asta navneteweyî de Newroz weke cejna gelê Kurd tê naskirin.
Li seranserê Kurdistanê agirê Newrozê îro gurtir e. Li başûr û rojavayê Kurdistanê bi rengekî fermî tê pîrozkirin. Li rojhilat û li bakurê Kurdistanê, dewleta Îranê û dewleta Tirkiyê hewl didin ku naveraoka Newrozê vala bikin û wê ji wate ya wê dûr bixin. Lê li rojhilat û li bakurê Kurdistanê jî, li gel hemî astengiyên dagîrkeran, disa jî Newroz bi wateya xwe tê pîrozkirin û agirê rizgarî û azadiyê gurtir tê hilkirin.
Bi Newrozê re em dest bi salekî nû dikin. Sala derbasbûyî di hemî waran de bû salekî ya têkoşînê. Ji niha ve diyare ku wê îsal jî bibe saleke têkoşînên mezin. Dijminên me, ji gelek aliyan ve êriş dikin. Teybetî dewleta Tirk, ji bo têkbirina hemî deskevtên gelê me, li bakur, başûr û rojava di nava êrişekî mezin de ye. Di şer û êrişên xwe de normên hiqûqî û exlaqî nas nakin. Sala derbasbûyî de ji 300 caran zêdetir çekên kîmyewî kar anîn. Dewleta Îranê jî mafên gelê me nasnakî û bi hemî awayî gel û çalakvanên me hedef digre. Herçend statûyek fermî li başûrê Kurdistanê hebe jî, lê pirsgirêk berdewamin. Pirsgirêka deverên dabirayî nehatiye çareserkirin û rewşa van deveran nebaşe. Dijminên me ji bo lewazkirin û têkbirna statuya federal, li ser kar in û di nava dek û dolaban de ne. Li rojavayê Kurdistanê jî, dagîrkerî û êrişên dewleta Tirkiyê berdewamin. Rejîma Sûriyê jî li derfetan digere. Dixwazin deskeftên gelê me yên li Rojava têkbibin. Tehdît û xeteriya DAIŞ`ê jî berdewa me.
Ev rewş erk û wezîfeyên me jî diyar dike. Divê li hember hemî dagîrkeran tedbîr bêne girtin, divê hêzên parastinê bêne xurtkirin, divê êrişên dijminan bêne şkênandin, divê deskeftên heyî bêne parastin û deskevtên nû bêne bi destxistin. Ji bo van hemiyan divê di sêrîde yekrêziya nav mala Kurdî bê avakirin û yekîtiya neteweyî bê xurtkirin. Divê em îsal bikin sala azadiyê. Em dibêjin dem dema azadiyê ye, dem dema serkeftinê ye, divê Newroz bi vê dirûşmê bê pîrozkirin.
Em Newrozê di vê rewşê de pêşwazî dikin. Em ê Newrozê weke wateya wê, bi ruhê berxwedanê pîroz bikin û bi dirûşma `Dem Dema Azadiyê ye` dem dema serkeftinê ye, pîroz bikin. Çi dibe bila bibe, em ê wekî salan dakevin qadan û Newrozê bi rihê berxwedan û azadiyê pîroz bikin.
Di vê qonaxa girîng ya pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê de, agirê Newrozê divê bibe ronahiyeke geş ya tifaq û yekitiya gel û neteweya Kurdistanê.
KNK`ê bi vê bîr û baweriyê Newroza hemû Kurd û kurdistaniyan bi dilgermiya neteweyî û niştimanî pîroz dike.
Bila Newroza 2022`an bibe çeperê yekitî û îtifaqa navxweyî û serkeftinên mezintir.
Dem dema azadiyê ye. Dem dema serkeftinê ye.
Newroz pîroz be!”

Post Views: 38
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)

14/06/2025
Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.