Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Koordînasyona Kongreya Star: Newroz sembola rizgarbûna ji bindestiyê ye

19/03/2022
in Uncategorized
A A
Koordînasyona Kongreya Star: Newroz sembola rizgarbûna ji bindestiyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan-Qamişlo

Bi boneya cejna Newrozê Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyeke nivîskî da û bang li pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê kir ku li gorî nirxên berxwedan û jiyana hevbeş li dijî hemû komployan li ber xwe bidin û Newroza îsal bikin Newroza azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan.

Daxuyanî wiha ye:

“Em Cejna Newrozê li Rêber Ocalan, tevahî gelê Kurdistan, gelê herêmê, malbata şehîdan, gelên azadîxwaz, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn pîroz dikin.

Em di şexsê şehîd Mazlûm Doxan, Rehşan û Sûsin de hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Newroz sembola azadî, wekhevî û rizgariya ji bindestî û mêtîngeriyê ye. Berxwedana gelê me ji dagîrkeriya Tirk û ji hemû dijminên gelê Kurd re îspat kir ku îrade û têkoşîna gelê Kurd wê her tim bi ser bikeve û hemû plan û hewldanên dijmin yên ji bo têkbirina destkeftiyên gel têk bibe.

Em bang li gelê xwe dikin ku bi rihê berxwedana dîrokî berxwedan û têkoşînê mezin bikin.

Divê em li ser rêgeza biratiya gelan û jiyana hevbeş li hember hemû komplayan li ber xwe bidin û Newroza 2022’an bikin Newroza pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, ji ber ku azadî û demokratî bi azadiya rêber Abdullah Ocalan pêk tê.

Em soza şopandina rêya şehîdên demokratî û azadiyê dubara dikin ku serkeftinê pêk bînin û heta Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk ava bikin.”

Post Views: 38
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)

14/06/2025
Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.