Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

TEV-DEM:Meşaleya agir ya pîroz nîşaneya serkeftina rasteqîn ya îradeya civakên azad e

19/03/2022
in Uncategorized
A A
TEV-DEM:Meşaleya agir ya pîroz nîşaneya serkeftina rasteqîn ya îradeya civakên azad e
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan-Qamişlo

Bi boneya Cejna Newrozê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da û 50`î saliya Newrozê li Rêber Abdullah Ocelan û tevahiya gelê Kurdistanê pîroz kirin.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Bi rihê serkeftina berxwedana Pêngava `Gurzê Gelan` em Cejna Newrozê li tevahî gelê xwe yê li Kurdistanê, tevahî gelên Mezopotamya, tevahî pêkhateyên herêmê, malbatên şehîdên azadiyê, tevahî girtiyên siyasî, şervanên li eniyên rûmetê, YPJ`ê, YPG`ê û QSD’ê pîroz dikin.

Gelê me yê Kurd û tevahî gelên herêmê îsal 50`î saliya zêrîn ya Newroza Rêber Abdullah Ocalan pîroz dike.  Bi saya fedakarî û berxwedana ku gelê me li gelemperiya Kurdistanê û cîhanê, li çiyan, zindanan, bajaran û qadan ya li hember zûlma dagîrkeran, vîna gelan bi serketina dawî tacîdar dibe.

Newroz roja nû, ji cejnên herî kevn ên neteweyî di dîrokî de ye û xwedî mîrateyeke dîrokî ya demdirêj ya berxwedan û têkoşînê ye. Her wiha rastiya hevgirtin û yekitiya hemû çandên civakî yên li Mezopotamya li hember dîktator û zalimên herî hov ên wê serdemê de îfade dike ku hewl dan gelan qir bikin, nasnameya wan ji holê rakin û çanda wan înkar bikin. Lê îradeya civakê bi ser ket.

Ji bo tevahî gelên Mezopotamyayê meşaleya agir ya pîroz, nîşaneya serkeftina rasteqîn ya îradeya civakên azad e. Ev meşala heta serdema me ya heyî vêketî ye, ji ber ku rêya azadî û edaleta civakî ronî dike û bûye nirxek ji nirxên civaka exlaqî, neteweyî û vejîna çanda berxwedan jiyan e ku dawî li zûlm û koletî û dagîrkeriyê tîne.

Bi rihê Newroza 2022`an û pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ em Newroza îsal bikin Newroza azadiya Rêber APO, tevahî girtiyên siyasî, azadiya vîna gelên bakur û rojhilatê Sûriyê û rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û tevahî herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ya dagîrker û çeteyên wê ve hatine dagîrkirin.

Em careke din Newroza nû pîroz dikin û bang li gelê me yê Kurdistanê û tevahî gelên herêmê dikin ku bi berpirsyariya mezin, bi serbilindahiya serkeftin û destkeftiyên berxwedana `Gurzê Gelan` beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin.”

 

Post Views: 69
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)

14/06/2025
Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.