Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Newroz berxwedana li dijî zilm, mêtingeriyê û bilindkirina azadiyê ye

19/03/2022
in Uncategorized
A A
Newroz berxwedana li dijî zilm, mêtingeriyê û bilindkirina azadiyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan-Qamişlo

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi boneya Cejna Newrozê daxuyaniyek da û teqez kir ku wê şopdarên riya şehîdên Newrozê û şehîdên azadiyê bin.

Daxuyanî wiha ye:

Newroz roja nûye, ya ku li ser gelê Mezopotamiya hat ku wan ji zilmê xelas kir li ser destê Kawa sala 612 berî zayînê hîn jî tê dûbarae kirin heta roja me ya îro, ji her serdemekê Kawayê wê hebû, lê rêbazê zilm û koletiyê cuda bû, weke ku rêbazê berxwedan û azaiyê cuda bû li cem Kawa û gelê wî. Tevî vê jî Newroz ma bi hemû wateyên wê ji berxwedan, zilm û azadiyê di bîra gelên Rojhilata Navîn ku her sal pîroz dikin.

Newroz sembola berxwedana koletiyê bû di serdema koletiyê, û riyek ji berxwedana karkeran bû li dijî îstîsmara feodalîzmê, paşê bû mînaka berxwedana çîna karker ya li dijî bûrjûwaziyê, heta ku bû sembola ji berxwedana li dijî dagîrkeriyê û îstsmara modernetiya ya kapitalist, û hîn jî berxwedan berdewam e di şexsê Tevgera Azadiya Kurdistan. Ev tevgera ku tovê wê di Newroza 1973’an de ji aliyê rêberê wê Ocalan ve hatiye çandin, ew mezin bûye û hişk bûye û bûye şerekî li hember dijminên gelan û kedkarên koledarî û îstismarkirina wan. Rêberê gelan Ocalan bi projeya neteweya demokratîk ku ruhê berxwedanê yê gelan li dijî dîktatoriyên faşîst zindî kiriye Newrozeke nû diyarî herêmê kiriye.

Weke ku Newroz tê wateya vegera ruh ji xwezayê ji nûve, bû ruhê berxwedanê li dijî zilmê û ji nûkirina hêviyên azadiyê, û azadkirina ji qeydan ya ku yekdestdarên desthilatdarî û dewlemendiyê li ser gelan ferz dikin, Yanî her sal bi vê boneyê li dijî hêzên mêtînger serî hildidin. Hin ji kur û keçên gelê Kurd laşê xwe kirin meşaleya Newrozê û hin ji wan jî li dijî hêzên xerab re şer kirin heta ku şehîd ketin û bû sembola berxwedana Newrozê.

Ji ber vê yekê Newroz di dilê hêzên mêtinkar û zalim de bûye rojek tirsê, gelê Kurd li çar parçeyan di roja Newrozê de bi xwîna bi sedan kurên xwe, dilsoziya xwe ya ji bo azadiya welatê xwe diyar kir.

Newroza 2022`an di rewşên nedîtî yên aloz û tevlehev di siyasetên cîhanî û herêmî, û berxwedana gelê Kurd û hişyariya gel bi giştî li Rojhilata navîn arka pêşeng ya meşa demokrat li herêmê li ser milê tevgera azadiya Kurdistan avêt, û çareseriya doza Kurd û azadiya wan ji her demî nêzîktir e, ji ber ku hêz û enerjiya gelê Kurd û welatê wan yê Kurdistanê bû beşek ji hevkêşiyên ku aramiyê li herêmê pêk tîne.

Meclisa Giştî di Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi boneya Newroza 2022`an ji gelê Kurd li her çar pareyên kurdistanê û ji hemû gelê bi Newrozê pîroz dikin, pîrozbahoyên herî germ pêşkêş dikin, û soza xwe ji şehîdên Newrozê û şehîdên azadiyê li ser şopa wan bimeşin heta bidestxistina armancên wan yê ku ji bo wê bûn qurban, û heta ku biratiya gelan, azadiya wan û jiyana hevbeş bi vîna wan ya azad re, di çarçoveya rêgezên neteweya demokratîk de li seranserî Sûriyê û li herêmê jî bi awayekî xurt pêk were, nû dikin û çawa ku em berê jî bi soza xwe ve girêdayî bûn, em ê jî li ser nêzîkatiyên şehîdên xwe û daxwazên gelê xwe heta ku bibin rastî em ê xwedî li soza xwe derkevin.

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)

14/06/2025
Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.