Li navçeya Soran a Hewlêrê mêrekî keça xwe ya 15 salî bi hinceta ku tevî hevalên xwe derketiye derve, qetil kir.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Berdevkê Polîsên Rêveberiya Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan Şêrwan Xalid ragihand 18’ê mehê saet 03.00’an, cenazeyê zarokeke keçîn gihandine nexweşxaneya navçeya Soranê ya Hewlêrê ku şopa 6 guleyan li ser bendena wê hebûye.
Şêrwan Xalid ragihand zaroka hatiye qetilkirin, xwendekar bûye û 15 salî bûye.
Li gorî agahiyên berdest kujerê zarokê bavê wê ye û bi biryara dadgehê hatiye destgîrkirin.
Li gorî agahiyên ku Şêrwan Xalid dane, zaroka 15 salî ji ber hinceta ku bi hevalên xwe re derketiye derve, bavê wê ew qetil kiriye.
ANH