Saturday, June 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Efrînê berxwedan bijardeya bênîqaş bû

18/03/2022
in Uncategorized
A A
Li Efrînê berxwedan bijardeya bênîqaş bû
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

Tirkiyê ji bo rê li ber serhildanên Kurdan li hundir û derve bigire, bi xeyalên xwe yên firehkirî û hincetên vala yên ‘ewlekariyê’ dixwaze seranserê cografyaya bakurê Sûriyê û Iraqê û herêmên kurdî, dagîr bike.

Faktorên siyasî û jeopolîtîk, armancên Tirkiyê ji vê destwerdanê û rola mezin a siyaseta Rûsya di dagîrkirina Efrînê de, zemîna bazara li ser axa Sûriyê ber bi qonaxine hê xetertir ve dibirin. Maska li ser rûyê şerê cîhanê yê sêyemîn diweşiya û roj bi roj aloziya şerê li Sûriyê û asta kûrbûna nakokiyên di navbera aliyên hindir û derve de, tevî aliyên ku xuya dikirin li yek eniyê ne, eşkere û zelal dikirin. Verastkirinên di salên piştî dagirkirina Efrînê û êrişên dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî tivî dikin ku Efrîn yekem gava rasteqîn a ber bi xêzkirina xeta mîsaqa millî ya faşîzma Tirkiyê bû.

Çima çiqila zeytûnê…?

Zeytûn di lîteretûra gelan û çandên ersen ên dunyayê de sembola aşîtî û ewlehiyê ye. Hilbijartina vî navî asta nakokiya têgihaştina zihnê faşîzma Tirk ji têgînên aşîtî û aramiyê re nîşan dide. Her wiha cewherê qirker a siyaseta Tirk a bi sedan salan ku li ser gelê Kurd dimeşîne diyar dike. Dewleta dagirker a Tirk tevî 25 Hezar çeteyên Sûriyê, di bin navê çiqila zeytûnê de, 20’ê Çileya 2018’an, li pêş çavê cîhanê êrişa dagirkirina Efrînê dest pê kirin. Aliyê şênber derbarê rastiya gefên ku Tirkiyê qal dikir, ti delîlek nîn bû. Tevî provakasyonên dubarekirî yên Tirkiyê, lê dîsa jî ji aliyê Efrînê ve ti xeteriyek li ser Tirkiyê ve çênebûn. Berovajî idîayên Tirkiyê, Efrîn devera herî bi ewle û aram bû ku bi deh hezaran kesên ji dojeha agirê şerê li Sûriyê ji gundewarên Heleb û Idlibê reviyabûn nişteciyê Efrînê bûbûn. Li gorî texmînan wê çaxê hejmara awareyan 400 hezar derbas dikir.

Armancên Tirkiyê li Efrînê

Tirkiyê ji bo rê li ber serhildanên Kurdan li hinder û derve bigire, bi xeyalên xwe yên firehkirî û hincetên vala yên ewlekariyê dixwaze tevahî cografyaya bakurê Sûriyê û Îraqê, herêmên Kurdî, dagir bike.

Efrîn ku ji sedî 95 ji nişteciyên wê Kurd in, ji ber nêzîkbûna wê ji Lîwa Iskenderon re, ku sala 1939’an bi lihevkirina bi Fransa re ji aliyê Tirkiyê ve hate dagirkirin, ji bo Tirkiyê xwedî girîngiyek taybet e. Çiyayê Kurdan, ango Efrîn fobyaya dagirkeriya Tirk li dijî herêmê deşîfre kiriye. Di çarçoveya amadekariyên ji êrişan re dihatin kirin de, ragihandina Tirk xala ku qaşo li Efrînê bi awayekî nepenî dewletek Kurdî têye damezirandin û wê dergehek wê li ser Deryayê Spî ve vebe, gelek nepixand! Ji bo tekûzkirina sedemên êrişan û avakirina bingehên wê, di Cotmeha 2017’an de Erdogan bi zelalî got: “Em ti carî rê nadin korîdora terorîst ya ku ji Efrînê dest pê dike û ta Behra Spî dirêj dibe”. Bê guman her kes dizane ku di navbera Efrîn û Behra Spî de parêzgeha Idlibê û gundewarên bakurê Laziqiyê hene û bi qasî 150 km dûrî behrê ye û gotinên Erdogan tenê rewakirina êrişan bûn.

Her wekî din argumanên girêdana bi PKK’ê re, bilindkirina wêneyên Rêber APO, avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê û rizgarkirina gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de bûn, ji bo dagirkeriyê sedemên duyemîn bûn.

Tirkiyê di pêşxistina sedemên dagirkeriyê de derew û bêbextiyên bilog dikir. Eger herêm di bin rêveberiya kîjan karakterê Kurdî de bûya, wê Tirkiyê heman siyaset bida meşandin. Tirkiyê naxwaze Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe realîteyek û pê re bide û bistîne. Ji lewra statûya başûrê Kurdistanê xeletiya dîrokî bi nav dike.

Xeyalên rastî…

Xewna dagirkirina bakurê Sûriyê û hincetên ji aliyê Tirkiyê ve dihatin pêşxistin, yek ji xalên bingehîn ê siyaseta Tirkiyê ne ku, bi rojên destpêka aloziya Sûriyê re ketin meriyetê. Di Adara 2011’an de dema ku Erdogan ji Îraqê vedigeriya, ji rojnamevanan xwest ku pênûsên xwe têxin berîkên xwe û qeyd û kamareyên xwe rawestînin û wiha got: “Sûriyê ne tenê Sûriyê ye. Ji bo me Heleb e. Heleb jî yanê Hatayî û Entab e. Sûriyê ji bo me Qamişlo ye. Qamişlo jî ne tenê Qamişlo ye; gelek tiştên din e! Em destûr nadin pêlên koçberiya ji Sûriyê ber bi Tirkiyê ve. Divê em yekem xetên xwe yên parastinê li derveyî axa xwe û ne li hindir ava bikin”. Bê guman mebesta wî rêgirtina li ber bandora serkeftinên doza Kurd li herêmê, hindirê Tirkiyê û Kurdistanê bû. Her wiha bal dikişand ser avakirina herêma tampon di nav axa Sûriyê de.

Li kêleka van hincetên ku bi Kurdan dihatin îfadekirin, Tirkiyê hewl dida hebûna xwe bi piştgiriya çekdarên Ixwan Elmislimîn li bakurê Sûriyê û bi taybet aliyê Heleb û hawîrdora wê bi hêztir bike. Piştî ku çeteyên wê yên DAIŞ û Ixwan Elmislimîn li gelek deverên Bakurê Sûriyê derb xwarin ku êdî nekarîn îfadeya projeya Tirkiyê bikin, êrişên bi koordîneya bi Rûsya re li ser herêmên bakurê Sûriyê dest pê kirin û piştî radestkirina Elbab, Cerablus û Ezazê, di pêvajoya dagirkirina Tirkiyê ji axa Sûriyê re, Efrîn veguherî xala zîvronek ji rasitiya idîayên hebûna wê li ser xaka Sûriyê.

Lihevkirina Rûsya û Tirkiyê

Hikûmeta Federasyona Rûsyayê ku xwedî bandora bingehîn li herêma Heleb û gundewarên wê bû, berpirsyariya sereke ya rêdana dagirkirina Efrînê li ser milê wê ye. Him qada hewayî ya Sûriyeyê ku di bin kontrola wê de ye, ji bo êrişên balefirên Tirkiyê vekir û destûra êrişên bejahî jî da û him jî rêyên alîkariyên cidî yên gengaz ji hêzên li Efrînê li ber xwe didan re girtin. Tevî ku hikûmeta Şamê  ne xwedî helwestek cidî bû, lê dîsa jî Rûsya ne amade bû ku destûrek wisa bide Şamê ku li gorî yasayên navdewletî serwerî û sînorên xwe li hemberî êrişên derve biparêze. Rûsyayê çi hewldanek nêzîkbûnê hebûya asteng kir. DYE jî ji ber têkîliyên xwe bi Tirkiyê re di çarçoveya NATO de, li hemberî êrişan bê deng ma. Şermezarkirinên dewletên YE jî, ji bilî helwesta şermok a Fransa, veneguherîn helwestek siyasî ya bi bandor. Aliyê dewletên Ereb ve jî, tenê Komara Misrê eşkere destdirêjiya Tirkiyê ya li ser Efrînê şermezar kir ku piştre ji bilî hevalbendê Tirkiyê dewleta Qatarê, helwesta Misrê veguherî helwesteke Yekîtiya Ereban.

Ji xwe hikûmeta faşîst a Tirk guh neda hemû rexneyên li dijî siyaseta wê ya dagikirina Efrînê. Di heman demê de biryara NY “2401” ya di 24 Sibata 2018’an derketibû ku li tevahî axa Sûriyê agirbestê radigihîne, bin pê kir û bi koordîneya bi Rûsyayê re, rê nehat dayîn ku ev biryara navneteweyî bikeve meriyetê.

Çima berxwedana serdemê?

Tevî taybetmendiya çiyayî ya Efrînê, pozisyona wê ya cografîk a di koşeya dûr a bakurê rojavayê Sûriyê de, dorpêça çeteyan û sînorên berfireh bi Bakurê Kurdistanê re, awantajên wê yên xweparastinê sînordar kirin. Di heman demê de teknîka zêde pêşketî ku yekem car di êrişên li dijî Efrînê hatin bikaranîn, çarçoveya teknîkî ya berxwedêran tengtir kirin. Lê dîsa jî vîna li Efrînê zindî ma û bi heyberên seretayî yên bervaniyê, 58 rojan berxwedana li Efrînê dirêj kir û hêviyên zindîkirina serdema yekîtiya gelan û tinekirina projeyên paşverû yên dagîrkeriyê geştir kirin.

Efrîn li beramberî çaterêya berxwedan û xweradestkirinê bû. Li gorî felsefeya wê ya xwebirêvebirinê berxwedan bijardeya bê nîqaş a law û keçên wê bû. Ji lewra gelek ji rêzê bû ku berxwedana YPG û YPJ ya efsanewî rastî desteka gelêrî ya bêhempa ya zarokên Efrînê were û bi dilxwaziyek mezin bi hezaran tevlî refên wê dibin. Di nava 58 rojên Berxwedana Serdemê de hêzên êrişkar li gorî cudahiya teknîkî û çekan windahiyên mezin dan.

Hinek bîlancoyên çar salan

Li gorî belge û deteyên Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, di nav çar salên dagirikirina Efrînê de zêdetirî 300 hezar sivîlên Efrînê bi zorê hatin koçberkirin ku pêla koçberiya bi zorê heta roja îro dewam dike.

Di mezintirîn oprasyona guherîna demografîk li Sûriyê û herêmê de rêjeya Kurdan li Efrînê ji sedê 95 daket ji sedê 25’ê.

Zêdetirî 400 hezar kes li gund û navçeyên Efrînê hatin niştecihkirin ji wan zêdetirî 500 malbatên Filestînî ne. Ji ber jimara zêde a nişteciyan zêdeyî 30 kampan û wargehên mêtingeriyê li tevahî herêmê hatine avakirin.

Di çarçoveya guherîna nasnameya neteweyî ya Efrînê de gelek navên cade, qad, nexweşxane û navendên giştî hatin guhertin û alên Tirkî li ser dibistan û saziyên giştî hatin bilindkirin. Wêneyên Erdogan li her gund, navçe û navenda bajêr hatin daleqandin. Zimanê Tirkî li dibistanan hate ferzkirin û ala Tirkî li ser cilên şagirtan hate nexişandin. Li şûna nasnameya Sûrî nasnameya Tirkî hate tivîkirin.

Cihên dîrokî û perestgehên Êzîdiyan hatin rûxandin û vekolandin.  59 til û daboyên dîrokî hatin vekolîn û dizîn û 28 perestgehên hemû ol û rêolan hatin hilweşandin.

Di nava çar salan de 8180 sivîl hatine revandin ku çarenûsa piraniya wan ne diyar e.

Li kêleka zext û destdirêjiya rojane li ser jinê, 84 bûyerên kuştina jin hatine belgekirin.

Zêdetirî 667 sivîlan di encama topbaran û işkenceya çeteyan de hatine kuştin. Her wiha ji 700 zêdetir ku jê 303 zarok û 213 jin bûn, birîndar bûne. Yên rastî mayînan hatine jî 217 ne.

340 hezar û 57 darên zeytûn û hîracan hatine birrîn. Zêdetirî 12 hezar dar jî hatine şewitandin. Her wiha 12 hezar Hîktar zeviyên çandiniyê hatine şewitandin. Bi hezaran malên şêniyan hatine desteserkirin û firotin.

Mezintirîn ziyana madî, dizîn û talana berhema zeytûnan e ku li sûk û bazarên navneteweyî yên weke Ispanya û Amerîka, weke malê Tirkan hatin firotin.

Post Views: 65
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)

14/06/2025
Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.