Navenda Nûçeyan-Qamişlo
Bi boneya salvegera 4`an ya dagîrkirina Efrînê bi dirûşma “Bi Rihyê Berxwedana Gelê Efrînê EM Ê Dagîrkeriyê TêK Bibin”, îro seat 1`an li bajarê Qamişlo meşeke girseyê hat li darxistin.
Meşê ji taxa Kornîş des pê kir û heta ber deriyê Rêxistina Netewên Yekbûyîn dewam kir.
Meşê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, pişt re endamê Partiya Yekêtiya Demokratîk (PYD) Feyroşe Remedan êrîşên dagîrkeriya Tirkiyê şermezar kirin û got, êrişên sala 2018`an li ser Efrîn pêk hatin, êrişên dagirkirinê bûn. Armanca wan êrişan hedefgirtina nasname û hevgirtina gelan li Efrînê bû, ev yek jî bi alîkariya hêzên navneteweyî pêk hat.
Remedan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Tevî ku 4 sal di ser dagîrkeriyê re derbas bûne lê kesek nikare Efrînê bi me bide jibîrkirin û vîna Efrîniyan bişikîne. Em ê heya dawiyê girêdayî nirxên şehîdên Berxwedana Serdemê bin. Îro li pêşberî dunyayê û bi taybet Rûsyayê ku rê da dagîrkeriyê em soza xwe ya vegerê dubare dikin. têkoşîna ku bi xwîna şehêdên Berxwedana Serdemê muhir bûye, Rûsya û faşîzma Tirk nikarin rawestînin.
Meş bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana Efrînê’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.