Navenda Nûçeyan-Qamişlo
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya salvegera 4`an ya dagîrkirina Efrînê ku di Adara 2018’an ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hate kirin, daxuyaniyek da û bang li civaka navneteweyî kir ku sûcên dewleta Tirkiyê şermezar bike.
Daxuyaniya TEV-DEM`ê wiha ye:
“Di ser dagîrkirina Efrînê re 4 sal derbas bûn ku ji aliyê dewleta Tirkiyê û çeteyên wê ve hate dagîrkirin. Ji bo herêmê bitirsîne, bi sedan komên çete yên ku navên tirsnak li xwe kiribûn, hatin ferzkirin. Ev yek jî yekser bi çavdêriya dewleta Tirkiyê hate kirin. Her roj sûcên dijî exlaqê li şêniyên Efrînê tê kirin, tenê ji ber ku Kurd in. Şert û mercên giran ên jiyanê tên ferzkirin, tevî mal û milkan çavkaniyên wan ên jiyanê jî têne desteserkirin. Di nava koçberî, êşkence, zor û zehmetiyan de gelo çi sûcê zarokên Efrînî heye? Civaka navneteweyî jî hovîtiya dewleta Tirkiyê ji nedîtî ve tê. Efrîn cihê herî ewle û aram bû, lê rê dan ku bê dagîrkirin. Heman senaryo niha li Ûkraynayê jî dubare dibe.
Dagîrkeran Efrîn kirin navenda leşkerîkirina çeteyan û terorê. Her roj mirov tên revandin, kuştin û mafên mirovan têne binpêkirin. Efrîn bi xweza û gelê xwe bûye êsîrê komên çete û dewleta Tirk. Ji bo guhertina demografiyê û bicihkirina çeteyên biyanî, li Tirkiyeyê budçeyeke mezin hate veteqandin ku baregehan ava bikin. Em vê yekê weke projeyeke Tirk ya li dijî îradeya gelên herêmê pênase dikin ku li ber teqînê ye.
Xelkê Efrînê ji bo parastina herêm, nirx û dîroka xwe ya çandî 58 rojan li ber xwe da. Li dijî teknîk û çekên pêşketî yên dewletên mezin, bi rengekî ku weke ‘Berxwedana Serdemê’ bê pênasekirin têkoşiyan. Ji bo tola têkçûna xwe hilînin, li gelê me ferz dikin ku di nava felaketên rêxistinbûyî de bijîn.
Ya yekê li Efrînê bi komkujî, qirkirina etnîkî û girtinê mirinê yan jî teslîmiyetê li gel ferz dikin. Ya duduiya jî li dijî koçberên li kampên li Şehbayê dikin. Ji polîtîkayên hikumeta Şamê û bêdengiya navneteweyî sûdê werdigirin. Ev yek di heman demê de berpirsyariya hiqûqa li nava sîstema civakê ya navneteweyî kêm dike.
Em bang li raya giştî ya cîhanê, rêxistinên mafên mirovan, saziyên civaka sivîl, rêxistinên jin û zarokan dikin ku sûcên dewleta Tirk şermezar bikin û li dijî dagîrkeriyê tavilê helwestê nîşan bidin.”