Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jin parêzvana çanda resene

09/07/2018
in Uncategorized
A A
Jin parêzvana çanda resene
Share on FacebookShare on Twitter

Jinên ku beşarî pêşengeha ku Kevana Zêrîn li Dêrikê vekir bûn diyar kirin ku jin çandê diparêzin û pêş dixin. Jinan got, “Di civakê de ya herî zêde li çanda xwe xwedî derkeve jin in.”

Ferîşte NEZÎR

Tevgera Kevana Zêrîn a Bakurê Sûriyê di bin dirûşmeya “Bi çanda resen û hunera jinê em ê jiyaneke azad û civakeke wekhev bi afirînin” ser du rojan 2 û 3 Tirmehê li bajarê Dêrikê yekemîn pêşengeke çand û hunera destan a jinan, pirtûk, wênesaz û xwarinên kevnar hate vekirin. Pêşengeh bi armanca parastina û zindî kirina çanda gelerî hate li darxistin, her wiha di pêşengehê de cil û bergên kurdî, karên destan, xwarinên gelerî, govend û staranên herêmî hatin pêşkêşkirin. Têkîladê mijarê rojanameya Ronahî nerînên beşdarvanan girt û diyar kirin ku Jin afrîner û parêzvanê çanda resene.”

PÊŞENGEHA ÇAND Û
HUNERA GELAN

Rêvebira Desteya çand û hunera Dêrik Dicle Mihemed derbarê amedekariyên pêşengeha çandê wiha got: “Wekî Desteya Çandê û bi alîkariya kevana Zêrîn ev du mehin amedekariyê vê pêşengeha çandê ku di 2’ê Tîrmehê li bajarê Dêrikê hate li darxistin. Her wiha ne tenê çanda kurdî, çanda pêkhateyên Ereb jî di pêşengehê de hatin pêşkêşkirin, Di pêşengehê de hemû cûreyên çanda kurdî û erbî ser du rojan hatin pêşkêşkirin.”
Dicl bal kişand ser cûryên xwarinên filkilorî û wiha pêd çû: “Di pêşengehê de cil û berg, xwarinên filkilorî û karên destan..hwd. Xwerin wekî kutilk, şamborek, serûpêh, mehir, nanê sêlê, danê hişk û nîsk, armanc ku em çanda xwe biparêzin û ji bo nifşên nû her di civakê de zindî bihlin.”

ÇANDA GELAN Dİ ÇİVAKÊ ZİNDÎ BİKİN

Endam Komîta amedekar Fatma Hisên ser armanc û tevlî bûna xwe wiha got:”Armanc ku civak û gel çanda xwe ya bav û kalan xwedî derkevin û nûjen bikin, her wiha ev pêşengeh bi keda dayiyên temen temen mezin yên ku xwedî çanda kevnar orgenîz kirin.”
Fatma yek ji jinên ku xwarinên filkliro amedekir û wiha bi dawî kir: “Hemû cûreyên xwerinên kevnar me çêkirin, di heman demê de jî nanê wekî nanê sêlê, nanê heftik, şilek û tenurê. Her wiha cil û berên kurdî yên hemû herêman yên jinan tenê li pêşengehê pêşkêşkirin, armanc ji vê pêşengehê netenê ku çand kurdî bikin, her wiha ji bo piştgiriya hemleya Serîhilde û rizgarkirina Efrînê ye.”

JİN XWEDÎ ÇANDA
RESENE

Fatma Hisên bang li hemû jinan kir ku beşdarî mîna vê pêşengehê bibin û wiha bi dawî kir: “Jin afrîner û parêzvanên çanda resen, ji bo wê jî tenê dikare xwedî li çand û hunera xwe derkeve.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.