Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku 15 sal in li Îranê di girtîgehê de ye û di dema destgîrkirinê de gelek danûstandinên dermirovî derbarê wê de hatibûn kirin û heta niha veguhestine gelek zindanan, herwiha destûa hevdîtina bi malbatê re nadin, ji bo 8’ê Adarê nameyek nivîsî.
Zeyneb Celaliyan di nameya xwe de behsa işkenceya ku li Girtîgeha Istîxbarata Sepahê ya Kirmaşanê dîtiye, kiriye.
Nameya Celaliyan wiha ye:
“8’ê Adarê li dayîka xwe, jinên ku çavrêyên hezkiriyên xwe ne û li hemû jinên cîhanê ji dil û can pîroz dikim. Dema em li dîrokê dinêrin, em dibînin ku jinên azadîxwaz her tim li dijî rejîmên dîktator li ber xwe dane û ev jinên leheng 8’ê Adarê bi xwîna xwe derbasî dîrokê bûne. Ey zalim, ma hûn nabînin! Hûnê nikaribin daxwaziyên me yên jinan bi komkujî, işkence û zindanan asteng bikin. Dema jin dest bi rêwîtiya xwe ya azadiyê dike, ti zext nikarin wê ji rêya ku berê xwe dayiyê, paşve vegerîne.
‘Ez rastî işkenceyên giran hatim û tişta ku ji min re mayî ramanên min in’
Dema ku ez di destê zordarên Komara Islamî de bûm, min ev his kir:
Cilûbergên min çirandin, çavên min girtin, dest û lingên min bi zincîran girê dan û ez rastî işkenceyên giran hatim. Qamçiyê di bin lingên min de, lingên min werimandibûn û pir diêşiyan. Ez ewqas diêşiyam ku êdî min êşa xwe his nedikir. Tevahiya laşê min bêrih bûbû, êdî min nikariya bedena xwe kontrol bikim, pantolonê min şil bibû.
Erê heyf e, lê ew kesên ku ev kareseta bi serê min de anîn, ez nas nakim. Ey wijdanên şiyarbûyî! Mafê we heye ku hûn wan kesan sûcdar bikin, ji bilî azadî û wekheviya mirovan daxwaziyeke din nîne. Wan sûcdar bikin, ez berî deh salan ne wisa bûm. Dema işkencekaran işkence li min dikir; tenê ramana min, baweriya min, hêviya min ya ji bo jinên têkoşer û heviya paşrojê mabû. Ku ez bibêjim pênûs nikare derdê min binivîse, ez mezin nabim, ji ber ku min beşeke piçûk ji işkenceya li ser xwe ji we re got. Ez hêvî dikim ku îro hemû jin bi awayekî watedar bigihîjin azadiya xwe.
‘Werin em bi hev re li dijî dagîrkeran têbikoşin’
Ez carna difikirîm ka ez li kû dera cîhanê me, an li kû derê di dema xwe de asê mame. Ez çiqasî hewl didim ez bersivê nabînim. Ma ev e mafê min? Şahidiya daleqandina welatî û xizmên xwe û nefesnegirtin e? Şer, nefret, durûtî, kuştin, işkence di dema herî normal de diqewime û zalim ji bo her sûcî sedemek an hincetek heye û ji bo min ya herî bi êş ev e. Ey jinên leheng û fedekar, bêjin agir dudilî ye! Ez mirinê ji kesî re naxwazim, heta ji zaliman re jî. Werin em bi hev re li dijî zaliman têbikoşin da ku zaliman ji welatê xwe derxîn in. Ji bo em li hemberî jinên ku sibe jiyana xwe ji dest bidin, şerm nekin. Divê em berdêla azadî û wekheviyê bidin.
‘Ez wêrektir im û li hemberî işkenceyê berxwedêr im’
Ez Zeyneb im, Zeyneb Celaliyan. Ez jineke Kurd im ku bi sedan sûcên Komara Islamî di zindanan de, bêbextî, piçûkxistin, işkencekirin û ji hemûyan xerabtir min şahidiya daleqandina 10 hevalên xwe yên girtî kiriye. Ma êşeke ji vê mezintir heye! Ev zalim tenê dixwazin ez poşman bibim. Ez çawa dikarim ji bîr bikim van işkence û zordariya ku ez tê de derbas bûme? Bawer bikin, zalim çiqas zulm û işkenceya li ser min zêde bikin, ez ewqas leheng û berxwedêr dibim.”