Rojnameya Ronahî

‘Sîstemeke ku jin tê de bênirx be ava kirine’

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Li başûrê Kurdistanê kuştin û xwekuştina jinan rojbiroj pirtir dibe. Çalakvanên jin yên Başûr gotin, sîstemeke ku jin tê de bênirx be ava kirine û bi navê namûsê kuştina jinê bûye karekî asayî.

Li Başûr kuştina jinan bênavber didome

Sala 2022`yan jî li başûrê Kurdistanê kuştina jinan ranewestiyaye. Li gorî şopandina heyî, ji destpêka salê heta niha, ji aliyê mêran ve 15 jin bi awayên herî hovane hatine kuştin. Herî dawî 7’ê Adarê, çalakvana jin Marya Samî li Hewlêrê bi destê birayê xwe hat kuştin. Li gorî amarên Saziya Parastina Jinan ya girêdayî Hikumeta Herêmê sala borî, 24 jin hatine kuştin, 61 jinan xwe kuştiye û 86 bûyerên xweşewitandin û şewitandinê çêbûne. Lê li gorî çalakvanan ev jimar ne rast e ji wê pirtir e.

`Sîstema sûc û tundiyê li dijî jinan ava kirine`

Têkildarî pirbûna sûcên li hemberî jinan li başûrê Kurdistanê parêzer û çalakvana serbixwe ya projeya `JIN JIYAN E MEKUJE` Çiro Şewanî, ji me re wiha got: “Sûcên li hemberî jinan, li seranserê cîhanê, nemaze li Rojhilata Navî ji ber hişmendiya mêr ya desthilatdar, zêde dibin. Lê li başûrê Kurdistanê bi awayekî eşkere, li ber çavên me rojbiroj ev kiryar zêde dibin. Li Başûr bingeh û sîstemeke wisa hatiye danîn rê dide ku sûc û tundiya li hemberî jinê pirtir bibin. Vê rewşê jî bi xwe re qeyranên exlaqî, siyasî, perwede û aborî ku destê desthilatê di navê de ye, anîne. Ji aliyekî din ve, ji milê dijminên civakê ve êrişeke mezin li ser nirxên civakê û jinê tê kirin. Jinê bi kar tînin û weke amûreke bazirganiyê nîşan didin. Di encamê de sûcên li hemberî jinan ji çarçoveya bûyeran derketine û bûne diyardeyeke rojane.”

 

`Bi navê azadiyeke qelp, di binê navê `jina modern` de jinê bênirx dikin`

Çiro Şewanî herwisa diyar kir ku bi navê azadiyeke qelp û di binê navê `jina modern` de jinê bênirx dikin û axaftina xwe wiha domand: “Di nava civakê de hebûna jinê weke namûsa mêr hatiye dîtin. Ji ber wê civak kuştina wê karekî asayî dibîne. Jixwe li başûrê Kurdistanê jin û civakeke bêmaf hene. Lê desthilat dixwaze nîşanî cîhanê bide ku jin xwedîmaf e û bi rola xwe ya biryarê dilîze. Lê ev xapandin e, dema ez bêm kuştin û şewitandin ka mafên min?

`Desthilat rexnegiran bi terorîstî bi nav dike`

Parêzer Çiro Şiwanî diyar kir ku amarên sûcan yên rast, ji aliyê desthilatê ve tên veşartin û ev agahî dan: “Li başûrê Kurdistanê qaşo rêveberiyeke kurdî heye. Ev desthilat dema ji ber rewşa jinê tê rexnekirin, red dike. Li hemberî çalakvan û rexnegiran desthilata xwe bi kar tîne; bêbextiyan dixe stûyê wan. Yek ji wan Bêrîvan Eyûb e -ku destûra Iraqê û Hikûmeta Herêmê mafê rexnekirinê dayînê- ku rexne û banga wê ji bo qutkirina berhemên tirkî ji bazarên herêmê bû. Lê ew û gelek çalakvanên jin bi van helwestên xwe yên azadîxwaz ji aliyê desthilatê ve wek xayîn, sûcdar û terorîst hatin sûcdarkirin. Herwiha hatin destgîrkirin û bi salan li zinadanan bêdarizandin dimînin. Jixwe piraniya girtiyên niha li başûr çalakvan, nivîskar û rojnamevan in. Helwesteke din ya desthilatê heye, ew jî kuştina çalakvanan e ku bi dehan rexnegir ji aliyê desthilatê ve tên revandin û kuştin. Lê ya terorîst, xayîn û erdê Kurdistanê difroşe biyanî û dagîrkeran, desthilat bixwe ye.

`Rêxistinên jinê yên girêdayî desthilatê ji bo doza jinê çi dikin?`

Parêzer Çiro Şiwanî herwisa diyar kir ku Rêxistinên Jinan yên girêdayî desthilatê hene, lêbelê nûnertî û parastina mafên jinê nakin û derveyî berjewendiyên desthilatê naxebitin. Lê ji bo xapandina civakê car caran, rexneyên şermoke û bêbandor dikin. Ez û her jina li Başûr ji wan dipirsin, ev jinên di nava desthilatê de ji bo doza jinê çi karî dikin?

` Li Başûr pêdiviya jinê bi şoreşeke hizirî heye`

Ji bo çareserkirin û kêmkirina sûcên li hemberî jinan çalakvana projeya `JIN JIYAN E MEKUJE` Çiro Şiwanî wiha axivî: “Li başûrê Kurdistanê di qada civakî de pêwîstî bi şoreşa jinê ya hizirî heye, ku civakê hişyar bike û xwe ji şerê taybet biparêze. Jin jî ji bo azadiya xwe ya rast têbikoşin. Lewra dema jin hebûna xwe nas bike, wê xwe biparêze û li ser rûyê erdê ti hêz nikaribin wê bêmaf bihêlin. Herwiha divê ji qonaxa seretayî heta zanîngehê materyalên perwerdeyê li ser rastî û pîroziya jinê bin û civak li gorî wê îdeolojiyê were perwerdekirin. Herwisa divê jinên Başûr ji ezmûn û xebata jinên Rojava û bakurê Kurdistan sûdê bigirin. Lewra li wir li hemberî sûc û hişmendiya paşverû jinan mil dida hev, têkoşiyan û li dijî çeteyên herî hovane jî têkoşiyan û pergaleke azad û bedew afirandin.”

`Karê dadgehê bi destwerdanê şêlo û biguman dibe`

Li ser heman mijarê parêzera şêwirmend Hawjîn Ehmed ji me re axivî û ev agahî dan: “Li dadgehan vê demê tomarkirina giliyan ji aliyê jinên li hemberî wan sûc hatî kirin ve zêde dibe. Ev jî hem zêdebûna diyardeya tundiyê li hemberî jinan, hem xurtbûna hişmendiya jinan ya parastina mafên xwe nîşan dide. Jixwe tê zanîn ku li Iraqê û başûrê Kurdistanê qanûna (Jimar 8/2011) parastina jinan û misogerkirina mafên wan heye, -ku bi têkoşîna jinan hatiye danîn-, lê pêk naynin. Ji ber wê sûcdar ji cezayê xwe rizgar dibe.”

Hawjîn Ehmed wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî qanûna Iraqê darizandina kujeran li dadgehê eşkere tê kirin û mafê her kesî heye beşdarî darizandinê bibe. Lê mixabin têkiliya bi berpirsên payebilind yên desthilatê re û destwerdana wan, bandorê li karê dadgehê dike û bêalîbûna dadgehê namîne. Di encamê de sûcdar li gorî qanûnê nayê cezakirin, yan jî bi lêborînên giştî tê berdan.”

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle